20:09 19 Çile 2018
Zindî
    êrişa amedê

    Li Şirnexê wesayita zirxî ya leşkerî li zarokê 4 salî qelibî

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Şirnxê li navçeya îdilê wesayita leşkerî li zarokan 4 salî yê bi navê Onur Ozalp qelibî û ew zarok giran birîndar kir.

    Lawikê malbata Ozalp li taxa Aşagimahalle li derê mala xwe dilîst. Wesayita leşkerî ya zirxî dema di wir re derbas bû pê li Onur kir û ew giran birîndar kir.

    Onur bi alîkariya cîranan birine nexweşxaneya Îdilê dû re sewqî cizîrê bû. Ji ber ku rewşa wî xeter bû ji wir jî sewqî nexweşxaneya dewletê ya Êlihê kirin.

    Li gorî agahiyên ku malbata wî dane, rewşa onur giran e. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

    Ji sala 2008an vir de ji ber wesaîdên leşkerî 16 zarokên kurd mirine 12 heb jî giran birîndar bûne.

    Hêjayî gotinê ye ku Baroya Amedê û 10 baroyên bajarên kurdan derbarê 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek dabû û tê de gotibû, "li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê zarokan tune tê hesabinadin. Zarok di bin wesayîtên zirxî de can didin. Di sala 2016an de ji ber îstîsmara li hemberî zarokan 15 hezar û 51 doz hatine vekirin. 45 zarok hatin kuştin, 2106 zarok jî hatin girtin"

     

    Bi heman mijarî:

    Şandeya hikûmeta Kurdistanê bi şandeyeke Parlamentoya Kurdistanê re civiya
    Kurdên Herêma Kurdistanê nikarin biçin umreyê
    'Siyaseta Ebadî bû sedem ku helwesta Amrîkayê li hemberî Kurdistanê biguhere'
    Wezîrê ku dev ji Tevgera Goran berda bû li hikûmetê Herêma Kurdistanê vegeriya
    Barzanî: Hûn rûmeta Kurdistanê ne
    Etîketan:
    Onur Ozalp, Îdil, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de