22:53 22 Çile 2018
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Karayilan: Zihniyeta Erdogan dikare bi hezaran mirovan bikuje

    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Endamê Komîteya Rêveber ê PKKê Murat Karayilan ragihand ku ji ber Tirkiyeyê têkçûyîna xwe yê li dijî kurdan biveşêre, dibe êrişî Efrînê bike lê bele dê rastî berxwedaneke dîrokî werin. Herwiha Karayilan destnîşan kir ku zihniyeta Erdogan zihniyeteke faşist e û dikare bi hezaran mirov bikuje.

    Endamê Komîteya Rêveber ê PKKê Murat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî û mijarên muhtemel êrişa Tirkiyeyê li dijî Efrînê, helwesta Tirkiyeyê li dijî encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û siyaseta Tirkiyeyê li dijî kurdan nirxand.

    ‘TIRKIYE JI BO STATUYA HERÊMA KURDISTANÊ TENG BIKE ÇI JI DESTAN HAT KIR'

    Karayilan got: "Dewleta tirk û hikumeta AKP-MHPê di pêvajoyeke herî tengav de ye. Hewldanên wan ên li ser Rojava encam negirt. Bi esasî siyaseta wan a Rojhilata Navîn hilweşiya. Mîhvera siyaseta Rojhilata Navîn dijîtiya kurd bû û ev jî bi ser neket. Wan xwestin di guhertin û veguhertinên di paşerojê de li Sûriyeyê an jî li tevahiya herêmê dibin kurd negihêjin ti mafî, kurd nebin xwedî statu. Heta li Başûrê Kurdistanê statuyek heye, wê statuyê teng bikin. Van gotinan ne ku em niha dibêjin e, em 4-5 sal in dibêjin. Bala xwe dibinê; derfet çêbû yanî siyaseta Başûrê Kurdistanê şaşî kir, derhal dewleta tirk ket dewrê, çû Îranê, çû Iraqê tifaq çêkirin. Ji bo ku statuya Başûrê Kurdistanê tengav bikin çi ji dest hat kir. Çima? Ji ber ku berê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got; ji encama şaşiyên me li Başûrê Kurdistanê statu çêbû. Got, 'ew ji bo me kêmasiyek bû'. Ev tê çi wateyê? Kengî derfetê bibîne wê bixwaze wê statuyê ji holê rake. Me ev tişt her tim got, lê bi şiklekî me nikarîbû bi van siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bidin fêhmkirin. Yan jî wan nexwestin fêhm bikin."

    ‘ERDOGAN JI BO BARZANÎ DIGOT EZ Ê ŞEVEKE JI NIŞKA VE WERIM'

    Karayilan wiha berdewam kir: "Niha fêhm dibe ku piştî ewqas bûyer qewimîn, mixabin hîn jî dersa pêwîst dernexistine. Hîn jî daxuyaniyê didin dibêjin, 'Em hêvîdar in têkiliyên me û Tirkiyeyê baş bibin û Tirkiye berê di rojên tengav de li me xwedî derket'. Yaw li kî derê li te xwedî derket? Tirkiye ji bo te berde hev, ji bo xwîna kurdan birijîne belkî carna merheba li te kir, lê esas dijminê te ye. Ew kî bû ku 60 rojî li deşta Silopiya leşkerên xwe hazir kir û tetbîqat kir û car carna digot 'ez ê şevekê ji nişka ve werim'. Ew ji bo kê digot? Ma ne ew ji bo rêveberiya PDKê digot, ji bo malbata Barzanî wisa digotin. Digot 'şevekê ez ê ji nişka ve werim'. Kê ev digot? Erdogan digot. Niha radibe bi heman rengî dibêje 'hêvî dikim têkiliyê me baş bibin'. Ev tê wateya teslîmiyetê. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyeyê bi esasî dijminatiya li kurdan ji bo xwe kiriye siyaseta xwe stratejîk. Stratejiya AKP-Erdogan dijîtiya kurd e, li ser vê bingehê saxlemkirina desthilatdariya xwe ye, komkirina şovenîzma Tirkiyeyê li dora xwe ye û wisa xwe bi ser bixîne."

    ‘JI BO DIZIYA XWE VEŞÊRIN DIBE ÊRIŞ BIKIN'

    Karayilan destnîşan kir ku, "Tirkiye li hember Rojava li bin ketiye. Di destpêkê de El Nûsra û kesên ji xwe re dibêjin 'em artêşa azad in' xistin meriyetê. Heta 2014an. Ew têk çûn. Dûre DAIŞê xistin meriyetê, ew jî têk çû. Niha ew bi xwe êdî derketiye holê. Tevî hin çeteyên ku xwe bi xwe tevger kirî ye. Her kes zane ku ew ne ti îrade ne, ew sîxur in, ê pera ne. Hêzên paramîlîter in. Esas artêşa Tirk li Babê, li Cerablûsê, li Îdlibê Tirk bi xwe hene. Ne Tirk bin ew nikarin li wir hebin. Di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de jî di ya Sûriyeyê de jî, ya li ser kurdan jî dewleta tirk ne li Bakur li dijî kurdan bi ser ket, ne jî li Rojavayê Kurdistanê li dijî kurdan bi ser ket. Ew niha dixwaze wisa hemleyekê bike ser vê binketina xwe bigire û dizîtiya xwe veşêre."

    ‘ZIHNIYETA ERDOGAN ZIHNIYETEKE FAŞÎST E Û DIKARE BI HEZARAN MIROVAN BIDE KUŞTIN'

    Karayilan wiha berdewam kir: "Ji bo vê dixwaze nîşan bide ku Efrîn li pêşiya Tirkbûnê asteng e, kurd asteng in û dixwaze êrîş bike. Bala xwe bidin ser; careke din di kûrkirina dijminatiya gelan de paşeroja xwe dibîne. Em dibêjin, lazim e her kes vê fêhm bike. Yanî ev siyasetmedarên Başûr jî û her kes divê fêhm bike ku ev kes, yanî Erdogan û derdora wî di dijîtiya kurd de serketina xwe dibîne. Ji ber vê di dijîtîkirinê de texsîr nakin. Ji bo her kurdekî wisa ye. Bi vî rengî qala gelek tiştan dike û wisa dixwazin li ser Efrînê rawestin. Îhtimal heye êrîş bikin? Heye. Çima? Dixwaze rojevê biguherînin, ser dizîtiya xwe bigirin. Dixwaze xwe bi ser bixîne. Zîhniyeta Erdogan zîhniyetek faşîst e. Prensîbeke faşîzmê çi ye? Ev e; ji bo desthilata xwe dikare her tiştî bike. Ango dikare bi hezaran mirovan bide kuştin. Xwînvexwar e. Ji bo karibe xwe bi ser bixîne, wê bixwaze xwîna kurdan birijîne û hinekî yê tirkan jî birijîne. Ev ne xema wî ye. Ji ber vê, mimkûne wisa bike. Lê belê eger êrîşî Efrînê bike, yanî welê nîşan dide ku wê hema yekser têkeve nava Efrînê. Bila dinya û alem hemû zanibe, asteke artêşa tirk a wisa nîne. Ne wisa ye. Yanî hem gelê me yê Efrînê zanibe, hem jî her kes zanibe; ev artêş 9 mehan nikarîbû biketa Şirnexê, 9 mehan nikarîbû biketa Nisêbînê. Sendroma Nisêbînê li ser çêbû. Wê çawa hema karibe bikeve Efrînê? 60-70 fedayiyên YPSê Nisêbîn diparast. Ev artêş nikarîbû biketa Babê, bi alîkariya Rûsyayê kete Babê. 3 mehan bi Babê re mijûl bû nikarîbû têketa. Teqata wê nîne. Yanî welê nîşan didin ku bixwazin wê yekser bikeve Efrînê. Li Efrînê mesela tecrûbeyên YPG/YPJê heye, HSDê heye. Ewqas pratîka wan çêbûye. Yanî kes newêrîbû nêzî DAISê bibe, lê wan DAIŞ xistin, paytexta DAIŞêê xistin. Artêşa tirk nikare bi YPGê. Artêşa tirk wê nikaribe wir bigire. Wê bişkê. Ev berçav e. Hêzeke ku nikarîbû 9 mehan Nisêbîn bigirta, wê çawa here Efrînê bigire? Li Efrînê ewqasî hêz heye, ewqas welatparêzî û gelê me heye."

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Divê Rûsya rê nede dewleta Tirk
    Karayilan: Madem dijmin dibin yek divê em jî yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin
    Karayilan: Divê mirov pişta xwe neda dijminê bav û kalên xwe
    Ji Karayilan daxuyaniya pêvajoya aştiyê
    Murat Karayilan derbarê êrîşa Amedê de axifî
    Karayilan: Ger em nebûna Tirkiye wê têketa Kerkûkê
    Etîketan:
    tirk, kurd, êriş, PKK, Radyoya Dengê Welat, Murat Karayilan, Recep Tayyip Erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de