15:29 21 Çile 2018
Zindî
    Air France

    Mezintirîn şirketên hewayî yên cîhanê ji Tirkiyeyê bar kirin

    © REUTERS/ Joseph Okanga
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di sala dawî de heft şirketên hewayî yên mezin, çûn-hatinên xwe yên Tirkiyê terikandin. Ev bûyer saziyên ku karê turîzmê dikin tirsandin.

    5 ji wan ji ewrûpa wek (Air France, Iberia, Swiss, Alitalia, Austrian) 2 jî ji Amerîka (Air Canada, Delta) di vê sala dawî de firînên xwe yên Tirkiyeyê dan sekinandin. Şerîketa Taywanê EVA û ya Malezyayê jî dawî li çûyîn û hatinên Tirkiyê anîn.

    Hin ji wan şerîketan wek Air France, her çiqas bi şeriketa xwe ya biçûktir Joon firînan berdewan bike jî, bi navê xwe yê "Air France" êdî vê karê nake. Ev jî bandorek neyînî li ser karê Turîzmê dike. Lewra şerîketên mezin bi konfora xwe tên nasîn, dema ku ew nebin wê konfor jî kêmtir bibe. Ev yek jî dibe sedema ku turîst neyên Tirkiyê.

    JIMARA TÛRÎSTÊN KU TÊN TIRKIYEYÊ 4.8 MILYON KÊM BÛN'

    Sedema ketina jimara tûrîstan tenê ne çûyîna şerîketên hewayî ne. Her wiha aloziyên siyasî yên di navbera Almanya û Holanda jî xwedî bandorek mezin e. İhtimala êrişên terorî yên li Tirkiyê jî tesîrek mezin li ser tercihkirina tûrîstan dike. Di sala 2015an de tenê jimara tûrîstên almanî 5 milyon 144 hezar kes bûn. Îro jimara tevahiya turîstên ku ji Ewropa tên ji vî kêmtir e.

    Bi heman mijarî:

    ‘Gavên Tirkiyeyê dê zererê bide aboriya wê'
    Gazprom: Sewqiyeta gaza xwezayî bo Tirkiyeyê 18.8%î zêde bû
    Serkonsolê nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê diyar bû
    Kurê serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê kuştî hat dîtin
    Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê: Destûrnedayîna hevdîtina Demirtaş neheqî ye
    Etîketan:
    rêhewa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de