15:06 21 Çile 2018
Zindî
    Mîtînga Qûdsê li Amedê

    Li Amedê mitînga Qudsê: Hemû têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 05

    Li Amedê mitînga "Em xwedî li Qûdsê derdikevin" hat li darxistin û li hember Îsraîl û Amerikayê nerazibûn hat nîşandan. Di mitingê de bangî dewletên îslamî hat kirin ku hemû têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin.

    Li Qada Îstasyona Amedê bi pêşengîya Huda-Parê bi navê "Em xwedî li Qûdsê derdikevin" mitîngek hat li darxistin. Li qada mitîngê ya ku bi dehhezaran kes beşdar bûn pankartên kurdî, tirkî, erebî û ingilîzî hatin hildan û li ser hineka "Ey dewletên îslamî bi çeteyên dagirker yên siyonîst re hemû têkiliyên xwe yên leşkerî, siyasî û bazirganî qut bikin" balkişand. Di mitinge de alên tirk û filistîn hatin hildan.

    ‘TÊKILIYÊN XWE BI ÎSRAÎLÊ RE QUT BIKIN'

    Çalakvanên Mîtînga Qûdsê li Amedê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Çalakvanên Mîtînga Qûdsê li Amedê

    Serokê Giştî yê Huda-Par Zekeriya Yapicioglu di mitingê de axivî û Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) ku li Stenbola Tirkiyeyê civiya rexne kir. Yapicioglu got "Piştî biryara Amerikayê hemû ummet rabû ser piyan, em jî li vir kombûn. RHÎ jî bi lezgînî li Stenbolê kom bû. Lê di heman rojê de koalisyona ku ji dewletên îslamî pêk tê dewletek din a îslamî bombebaran dikir. Erebistana Siûdî, Yemenê bombebaran dikir. Ey ummeta îslamî, heger hun alîkarîya birayên me yên rojhilata Gutayê nekin û heger hûn zarokên ku li Yemenê ji birçîna dimirin temaşe bikin hûn nikarin ji bo Qudsê jî tiştekî bikin. RHÎ dibêje ku paytexta Filîstînê Rojhilatê Qudsê ye, lê em jî dibêjin ku tevahiya Qudsê paytexta Filîstîne ye. Ey dewletên îslamî, êdi bes şebekeya sîyonîst weke dewletekê bibînin û hemû têkilyên xwe pê re qut bikin."

    Bi heman mijarî:

    Ewropayê biryara xwe ya bo Qudsê da
    Serokomarê Îranê ji bo Qudsê bang li welatên Misilman kir
    Erdogan ji bo Qudsê bertek da Îsraîlê
    Melayê kurd: Ji bo min Diyarbekir ji Qudsê pîroztir e
    Rêxistina Hevkariya Îslamî îro ji bo Qudsê li Stenbolê dicive
    ‘Dinya jî xera bibe, filîstînî Qudsê berdin jî Tirkiye bernade’
    ‘Dibe meseleya Qudsê bibe sedema şerê Cîhanê yê sêyem'
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de