04:33 26 Nîsan 2018
    Sûr bi barîyeran hat dorpêçkirin

    Partiya Saadetê: Em rapora derbarê kurdan de di nêzde radighînin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Saadetê ya Tirkiyê Temel Karamollaoglu li Amedê got: "Eleqederbûna bi kêşeyên kurdan re wezîfeya me ye û ragihand ku ew dê di nêzde raporekê derbarê kurdan de amade bikin.

    Partiya Saadetê civîna xwe ya Birêveberiya Gelemperî li Amedê li darxisit. Serokê partiyê Temel Karamollaoglu jî beşdarî civinê bû û axaftinek kir. Karamollaoglu di axaftina xwe de balkêşande ser pirsa kurdî û weha got: "Em wekî partî ne tenê meseleyên kurdên li Tirkiyê lê meseleyên kurdên li Iraq, Îran û Sûriyê jî eleqedarbûnê wekî wezîfeyeke girind dibînin."

    ‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ PRENSÎBA ME YA EWIL E'

    Karamollaoglu diyar kir ku: "Yek ji prensîbên ewil yên partiya me ewe ku li herêmê, mafê axaftin û perwerdehiya zimanê zikmakî ye. Ya rastî em bi nerîneke nû li vê dinerin û em wekî mafê bikaranîna zimanê zikmakî dibînin. Ne tenê hebûna vî mafî lê ji bo bikaranîna vî mafî jî divê şert û merc werin ava kirin."

    Herwiha Karamollaoglu bal kêşand ser rewşa Hevserokê HDPê yê girtî Selahatin demirtşa û parlamenterên din yê girtî yên HDPê û weha got: "Mafên destûrî yên parlamenteran hene. Divê ev maf neyên binpêkirin." Karamollaoglu da zanîn ku bi girtina Demirtaşî û parlamenterên din temsîliyeta herêmê di jêr tometê de maye û aşkere kir ku ew li herêmê hinek hevdîtina pêk tînin û rapora derbarê kurdan ku ew li ser dixebitin dê di demeke nêz dê ji bo raya giştî aşkere bikin."

    Bi heman mijarî:

    Ehmed: Ne Îran ne jî Tirkiye dikarin aloziya li Sûriyeyê bi dawî bikin
    Bilgen: Tirkiye bi operasyona Efrînê dê pratîkeke nû ya darbeyê bisepîne
    Şêwirmendê Trump: Tirkiye bûye sponsorê nû yê îdeolojiya radîkal
    ‘Dinya jî xera bibe, filîstînî Qudsê berdin jî Tirkiye bernade’
    ‘Heger Tirkiye bikeve Efrînê, nema dikare derkeve'
    PKK: Tirkiye pêşniyar bike, em ji diyalogê re amade ne
    Etîketan:
    partî, kurd, rapor, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de