06:08 24 Nîsan 2018
    Ahyan Bilgen

    Bilgen: Tiştên ji bo tirk faris û ereban caîzin divê ji bo kurdan jî heram nebin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen li Stenbolê di konferansa "Peydakirina Derfetên Aştiyê û Jiyana Digel Hev" de axivî û rexne li delwetên herêmê girtin û ragihand ku ew tiştên ku ji bo faris, ereb, tirk û Tirkmenan caîzin, divê ji bo kurdan jî ne heram bin.

    Bi hevkariya Şaredariya Şîşlî û Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî ya Tirkiyeyê Konferansa Rojhilata Navîn ya bi sernavê "Peydakirina Derfetên Aştiyê û Jiyana Digel Hev" hate lidarxistin. Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen di konferansê de gotarek pêşkeş kir.

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen di axaftina xwe ya li ser Rojhilata Navîn de rexne li delewtên herêmê girt û bal kişande ser kêşeyên kurdan û diyar kir, ew tiştên ku ji bo faris, ereb, tirk û Tirkmenan caîzin, divê ji bo kurdan jî ne heram bin.

    Ayhan di gotara xwe wiha got: "Ji serdema Kerbelayê heta roja îro li herêmê xwîn tê rijandin, hemû jî ji bo çavsoriya desthilatê ye. Ger hûn xwedî wê vizyonê bin ku van nirxên qedîm gerdûnî bikin, hingî hûn dikarin çareseriyê jî bi hêsanî peyda bikin. Lê helwesteke ku dike Kurdên Sûriyê, li derveyî maseyê bimînin, wê agirê li herêmê gurtir bike û xizmetê jî nake, ji bo aştiya nava Tirkiyê. Ew tiştên ku ji bo faris, ereb, tirk û Tirkmenan caîzin, divê ji bo kurdan jî ne heram be. Pêdiviya bihevrebûnê zêdetir heye niha ya Rojhilata Navîn. Ger kurd ji bo çareseriya kêşeyên xwe serî li hindek cihên din dixin, berpirsiyarê vê yekê ew kesin ku vê cografyayê birêve dibin."

    Bi heman mijarî:

    Ayhan Bilgen ji komîsyona mafê mirov a parlamentoyê îstîfa kir
    Ayhan Bilgen: Ger Zarrab biaxive...
    Bilgen: Divê siyasetmedarên kurd fêm kiribin bi petrolê siyaset nabe
    Biryara girtina Bilgen hat rakirin
    Derheqê Ayhan Bilgen de biryara girtinê hat dayîn
    Etîketan:
    maf, faris, tirk, kurd, Ayhan Bilgen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de