06:09 24 Nîsan 2018
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Malbata M.Ayê ku tê îdîakirin xwe ji avahiya ewlehiyê avêtiye daxuyanî da

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Gazipaşa ya bi ser Antalyaya Tirkiyê ve kesekî bi navê Mehmet A di kontrola rê de bi tometa ku endamê PKKyê hate girtin. Hat îdîakirin ku Murat A. ji qata sisiyan a avahiya Gerînendetiya Ewlehiyê xwe avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.

    Yekîneyên bi ser Fermandariya Jendermeyên Gazipaşa ya navçeya Antalya, doh li ser rê otobûseke ku ji bajarên kurdan tê Antalya sekinandin û Murat A. yê ku nasnameyeke din bikartînê desteser kirin.

    Piştî karên li gel cendermeyan Murat A. ji bo adliyeyê hatiye birin û piştî îfadeya ku ji dozger re daye, biryar hatiye dayin ku Murat A. ji bo Şaxa Dijterorê ya Alanya were radest kirin. Murat A. yê ku ji bo Gerînendetiya Ewlehiyê ya Gazipaşa hatiye birin, li gor îdîayan doh li dor saet şeşên êvarî xwe ji qata sêyem a avahiya Gerînendetiya Ewlehiyê avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.

    BAVÊ WÎ HAT KU CENAZEYÊ WÎ BIGRE

    Bavê Murat A. Mehmet A. li ber Tiba Adlî ya Antalyayê daxuyanî da rojnamegeran û got: "Ev 3 sal in me agahî jê nedistendin. Kurê min ne 24 salî lê 18 salî ye."

    ‘ÎHMALEKE CIDÎ HEYE'

    Parêzerê Malbatê jî diyar kir ku: "Dibêjin ku Murat A. xwe ji qata sêyem avêtiye. Lê em ji vê yekê ne piştrast in. Heke xwe avêtibe îhmaleke cidî heye. Çima pencere vekirîye.? Bi kîjan mebestê xwe avêt, çawa xwe avêt? Piştî xwe avêtiyê derbe ji serê xwe xwariya û jiyana xwe ji dest daye. Niha otopsî tê kirin."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirk: Li Nisêbînê 2 PKKyî hatin kuştin
    DAIŞ: 35 PKKyî hatin kuştin û birîndarkirin
    Walîtiya Colemêrgê: PKKyî bû sedema kuştina 4 leşkeran hat girtin
    Artêşa Tirk: 15 PKKyî hatin kuştin
    Walîtiya Dêrsimê: 10 PKKyî hatin kuştin
    Sererkaniya Tirkiyayê: 25 PKKyî hatin kuştin
    Etîketan:
    endam, radestkirin, daxuyanî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de