10:38 21 Nîsan 2018
    Tirkiye û Îsraîl

    Bazirganiya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de zêde dibe

    © REUTERS / Baz Ratner
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gel ku piştî rakêşiya Qudsê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dewleta Îsraîlê wekî ‘dewleta terorê' û ‘dewleta dagirker' pênasekiribe jî têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de her diçe zêdetir dibin.

    Li gel ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan piştî rakêşiya Qudsê ku bertekeke tund nîşanî Îsraîlê dabû û ew wekî ‘dewleta dagirker' û ‘dewleta terorê' bi nav kiribû jî, bazirganiya di navbera her du dewletan de her ku diçe zêdetir dibe. Herwiha ji bo xeta boriya xaza sirûştî ku ji Îsraîlê were Tirkiyê jî hevdîtin berdewam in.

    Li gor datayên Wezareta Aboriyê ya Tirkiyê hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de, di sala 2002an ku AKP bû îktîdar de, 1.4 milyar dolar bû. Ev rêje di sala 2014an de çar qatan zêdebû û gihaşte rêjeyeke 5.8 milyar dolaran. Ev rêje di sala 2016an de ket lê di sala 2017an de dîsa bilind bû. Di navbera mehên Çile û Tebaxa 2016an de ev rêje wekî 2.8 milyar dolar bû. Lê di heman dema 2017an de ev rêje ji % 14 zêde bû û gihaşt 3.2 milyar dolaran.

    Di sala 2009an de hecma bazirganiyê a ku 2.6 milyar dolar bû di sala 2010an de, li gel bûyera Mavi Marmarayê û krîza siyasî ku pey wê de derket jî, di sala 2014an de bi rêjeyeke 5.8 milyar dolar pêkhat. Tê payin ku rakêşiya Qudsê ya niha jî li gel vegotinên berz dê karîgeriyeke neyênî li bazirganiya Tirkiyê û Îsraîlê neke.
    Mavi Marmara da etkilemedi

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: Li Rojhilata Navîn yekane dewleta rêzê li ol û baweriyan digire Îsraîl e
    Neteweyên Yekbûyî bi mijara Îsraîl-Filîstînê civiya
    Îsraîl: Me fuzeya ku ji Xezeyê hat avêtin da erdê
    AFP: Îsraîl ji bo Şerîaya Rojava dest bi sewkiyata leşkerî kir
    Îsraîl: Em ji Rûsyayê natirsin
    Kerry: Îsraîl û Misirê zor da Amerîkayê, da ku Îranê bombebaran bike
    Etîketan:
    bertek, rêje, bazirganî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de