22:55 22 Çile 2018
Zindî
    Ciwanmerd Kulek - Nivîskar - Wergêr

    Ciwanmerd Kulek: Ji bo min her tişt dikare bibe mijara edebiyatê

    © Sputnik/ Fethullah Ozmen
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen, Mevlut Oguz
    0 70

    Ciwanmerd Kulek diyar kir ku ji bo wî her tişt dikare bibe mijara edebiyatê, a soxîn romanên baş ne li gundan, ne li bajaran, di hişê mirov de rû didin. Kulek li ser wergêrê jî got, "Di wergerê de ez şêwazekê teqîb nakim, ez tecrûbeyê taqî dikim û ez dixwazim wexta berhemeke biyanî derbasî kurdî bû prestîjekê bide ziman û edebiyata kurdî."

    Pirtûka Ciwanmerd Kulek ya Çîroka a bi navê ‘Çar Neçar' û bijarteyeke ku ji çîrokên Borges kiriye û wergerandine kurmancî bi navê ‘Xewn û Xeyal' demek berê ji nav Wenaşên Avestayê derketin. Em weke Sputnik Kurdistanê bi nivîskar, helbestkar, wergêrê ciwan û berhemdar Ciwanmerd Kulek re derbarê nivîskarî, romannûsî, helbestkarî, wergêrî û afirînerîya nivîsê axivîn.

    Nivîskar Ciwanmerd Kulek diyar dike ku ji bo wî hemû tişt dikare bibe mijarê edebiyatê û wiha axivî, "Ji bo min her tişt dikare bibe mijara edebiyatê. Li hemû tiştên jiyanê ez bi vî şeklî dinerim û dijîm. Lê hemû tişt jî dawiya dawî di wê pêvajoya afirandinê re derbas nabin û nabine edebiyat. Weke hemû tiştî edebiyat jî divê ji hemû rêbazan re vekirî be, lewma ez hinekî jî hewl didim reng û şêwazên dîtir biceribînim. Ya rastî, li ser meselê di Otobêsê de min xwest şêwazên têvel ên vegotinê biceribînim, bibînim bê hal û mesele wekî dî çawa dikarin bêne vegotin. Ev rengîniya wê berhemê bû."

    ‘MIN XWEST ŞÊWEYÊN CUDA ÊN VÊGOTINÊ BICERIBÎNIM, LI GOR QAWETA XWE STÛNÊN CUDA ÊN EDEBIYATÊ TECRUBE BIKIM'

    Ciwanmerd Kulek destnîşan dike ku wî xwestiye şêweyên nû ên vegotinê biceribînim û wisa axivî, "Tu tekstekê bo rojnameyan dinivîsî, li ciyekî din tu gotarekê pêşkêş dikî, herwiha tu roman, çîrok û helbestan dinivîsînî, evana ne qadên cuda ne, deriyên cuda ên heman qadê ne. Min jî xwest şêweyên cuda ên vêgotinê biceribînim, li gor qaweta xwe stûnên cuda ên edebiyatê tecrube bikim, rîtmên cuda, tempo û bezekên têvel ên cihana afirîneriyê nas bikim. Yanî edebiyatê tenê di noqteyekê de, di formekê de sabît nekim. Vêya hişt ku ez her tiştî weke mijar û sehaya edebiyatê bibînim û edebiyatê jî wek sehaya her tiştî bibînim; wê çaxê lazim bû ku ez ji rêbazên muxtelîf û cûr bi cûr re jî amade bim. Weke perwerdeyekê min taqî kir… tiştên ku nehatine weşandin jî di nav de; celebên weke rojnivîsk, celebên hîn kurttir û cudatir filan. Evana hîn weke unsurên berhemdariya min li pêş çavan tine bin jî ez wan jî weke sehayên vêbejiyê dibînim û wiha li wan jî dinerim. Lê tiştên ku derketine pêş îro bêhtir roman in, dûre çîrok û helbest in."

    ‘MIN XWEST BI SAYA HELBESTÊ Ê WÎ ZIMANÊ SIVIK Û ŞÊRÎN KU RAHET TÊ JIBERKIRIN Û RAHET TÊ BILÊVKIRIN, WÎ JÎ TÊXIME NAV BERXANEYA NIVÎSKARIYA XWE'

    Kulek derbarê helbest û helbestkariyê de got û jê hez dikim lê ez xwe weke helbestkarekî jî nabînim wisa berdewam kir, "A helbestê jî, tişta ku min xwest biceribînim esas hinekî ji ber serpêhatiya ziman e. Însanên ku romanên min, çîrokên min xwendibin belkî bêjin bêhtir bi şêweyên postmodern nivîsiye, yan jî modernîst e nizanim çi ye, lê wexta bi vî şeklî jî lê dinerî belkî jî ez yekem ya jî yekane romanivîs bim ku hem bi şêwaza modernîst dinivîse hem jî berhemeke ji edebiyata folklorîk a devkî jî nivîsandiye. Ya rast ez ji wê berhemê re (Strana Şev û Rojekê) bi awayekî mehkem nabêjim helbest e, helbesta modern; lê formekî gelêrî ye, hem ji bo vejandina wî celebî hem jî ji bo wasewasên ziman min ew deranî. Di roman û çîrokan de hin caran zimanekî dijwar û giran, ji bo xwendevanên kurdî bi muşkîle hebûn; min xwest bi saya wê formê wî zimanê sivik û şêrîn ku rahet tê jiberkirin û rahet tê bilêvkirin, wî jî têxime nav berxaneya nivîskariya xwe. Min ew jî bi vî şeklî daxil kir, ne ku ez bi xwe aniha helbestkarek bim û di paşerojê de helbestan binivîsim. Ez helbestê di edebiyatê de wek celebekî gelek bilind dibînim û jê hez dikim. Lê ez xwe weke helbestkarekî jî nabînim."

    ‘EZMÛNA NIVÎSANDINÊ ÇIQAS ZÊDE DIBE, ÎNSAN FÊR DIBE KU BI QELEMÊ BINIVÎSÊ, BIFIKIRE'

    Kulek li ser pirsa ‘Cenabê te ji sê zimanan wergeran dike. Ev der cihê şanaziyê ye helbet ji bo ziman û edebiyata kurdî, lê ji aliyekî din jî ve hindek xwendekar gazincan ji wergerên cenabê te dikin ku ne herikabar in ango nayêne xwendin û famkirin? Gelo sedema vê yekê çi ye?' Wisa bersiv da, "Li Mûzeya Brîtanyayê bi sed hezaran tablet, yekemîn nimûneyên zimanê nivîskî hene ku li Mezopotamyayê hatine peydakirin. Bifikire yekem car mirovayetî derbasî ezmûna nivîskariyê bûye. Lê di wan tabletan di tişta ku hatiye nivîsîn esas ne tiştên edebî ne, mirovan pêşî negotiye ev helbestên xweş, çîrokên xweş in, bira vana wenda nebin, ka em van derbasî zimanên nivîskî bikin. Tenê ji ber îhtiyacên civakî ên rojane… karkerên ku kar dikirin, bê wê çiqasî bistînin, yewmiyeya wan, ratibê wan çi ye? Em bibêjin filankes hewqasî şixuliye, heqê wî du-sê bîra ne; tiştên wihakî dinivîsîn. Piştre vêya weke alaveke ji bo parastina edebiyatê jî pêşketiye. Êdî edebiyat jî derbasî formên nivîskî bû. Lê wexta ku mirovatî ji axaftina devkî, edebiyata devkî derbasî zimanê nivîskî bû, pê re mêjiyê insanan jî guherî, dev ji ferhengê berde, mejiyê însanan bi xwe jî hat guherîn. Em li wê hêviyê ne ku wexta ji zimanê devkî derbasî yê nivîskî dibin, em dibên bera her tişt weke xwe bimîne. Evêya ne mimkûn e. Herçî zimanên biyanî, yên ku beriya kurdî derbasî zimanên nivîskî bûn jî tê de, alet û hacetên din ji wan re pêwîst bûn bi rûdana nivîsînê re; bo nimûne, hîn bêhtir gihanek hatin bikaranîn. Hîn bêhtir hevok dirêj bûn, avasaziyeke nisbeten aloztir û sexttir peyda bû. Ezmûna nivîsandinê çiqas zêde dibe, însan fêr dibe ku bi qelemê, bi nivîsê bifikire. Dema ku tu hîn dibî bi riya nivîsandinê bifikirî û fikran darêjî, pê re fikr û raman jî diguhere; şêweyên wê, naveroka wê, heta bi asoya wê jî firehtir û kûrtir dibe. Hinekî em ji ber banekî û elimandinên xwe, ji ber demînênên xwe yên zimanê devkî, çaxa em bi zimanê nivîskî re rû bi rû man me ew zehmetî kişand. Eger qabiliyeta nivîskî, perwerdeya xwendinê bi pêş keve, bi raya min, tiştê ku ez dinivîsim li gorî zimanên ku di warê nivîskî de bi pêş ketine wê tiştine wesed bin, ne ewqas giran û komplîke bin."

    Kitêb-Werger-Şi'r
    © Sputnik/ Fethullah Ozmen
    Kitêb-Werger-Şi'r

    ‘EZ DIXWAZIM WEXTA BERHEMEKE  BIYANÎ DERBASÎ KURDÎ BÛ PRESTÎJEKÊ BIDE ZIMAN Û EDEBIYATA KURDÎ JÎ'

    Kulek ê ku ji sê zimana bi dehan werger kirine balê dikşîne ser kêmbûna berhemê wergerê û wergêran û dibêje, "Ji zimanên din bo kurdî werger kêm tê kirin û kêm wergervan hene. Dema bixwazim tiştekî werdigerînim kurdî, li çend tiştan dinerim. Yek jê, ku ez ji wê berhemê û ji wî nivîskarî hez bikim. A duyem, ku dinya jî ji wê berhemê û ji wî nivîskarî hez kiribe. Di kurdî de ew şiyan û luksa me tine ye ku em her tiştî, her nivîskarî heta bi kulliyatan wergerînîn, lewma qaweta me digihêjê em pir kêm nîmûneyan wergerînin. Ez dixwazim wexta berhemeke biyanî derbasî kurdî bû prestîjekê bide ziman û edebiyata kurdî jî. Û ji bo pêşketina edebiyata kurdî keresteyek, arşîveke xweş a xwendinê jî berdest bike. Armanca min ew e hin berhemên ku testên mezin ên demê û xwendinên têvel derbas kirine û li ser rûyê avê mane, pêşî ez wana bineqînim têxim nava refên kîtabên kurdî. Ji ber wê jî min karî tenê kîtabekê, nimûneyekê ji berhema wan nivîskarên ku me behs kirin, wergerînim. Bi saya vana hêvîdar im rojekê berhemên mayî ên van nivîskarên ku me wergerandin ji alî hin kesên din ve werin wergerandin; lê halê hazir çavê min tenê li berhemên xurt, berçav, neqane ne ku di dinyayê de jî xuyanî ne û xwedî dengekî bilind in û ji aliyê edebiyatê ve jî pêleke xurt a vegotin û afirandinê dinimînin."

    ‘DI WERGERÊ DE EZ ŞÊWAZEKÊ TEQÎB NAKIM, EZ TECRÛBEYÊ TAQÎ DIKIM, EW JÎ TECRÛBEYA MIN BI XWE YE'

    Li ser pirsa "Borges di ‘Borges Ve yazma Uzerine' (Borges û Li Ser Nivîsînê) de derbarê wergerê de dibêje ku ‘wergera herî serkeftî jî encex dikare bigihîje qeraxê deqa resen' dîsa amajê pê dike ku ‘Di wergerê de du rêyen berbiçav hene: Yek wergera mod a mod, du ji nûve avakirin / ji nû ve nivîsandin..' Tu di wergerê de şêwazeke çawa teqîb dikî ango bi raya te tu çi qasî nêzî zimanê berhema esasî bûye?"

    Ciwanmerd Kulek wiha bersiva da, "Di wergerê de ez şêwazekê teqîb nakim, ez tecrûbeyê taqî (talîmkirin, ceribandin) dikim, ew jî tecrûbeya min bi xwe ye ku di 2006-7an de min dest bi wergerê kir û heta îro qonaxên ku ez tê re derbas bûm û qonaxên ku zimanê kurdî tê re derbas bû, em gihandine cihekî û wisa berdewamiyê dide axaftina xwe, "Wergerên ku min deh sal berê kirin ez îro wergerînim muhtemelen ez dê bi şêweyeke din wergerînim. Dibe ku bi dehan, bi sedan versiyonên baş ên wergerên berhemekê çêbibin, heman kîtab bi gelek awayên cuda bê wergerandin, lê belê dawiya dawî pêwîst e mirov ji nava van hemûyan yekê bi tenê hilbijêre. Ji ber wê yekê wergereke ku mutleq be û a herî baş be ne mimkûn e. Ji ber vê werger her tim ji ceribandinên nû, rêyên nû, ihtîmalên dîtir re vekirî ye. Tu kîjan guhertoyê hilbijêrî jî wê valahiyek hebe. Tecrûbe jî nikare vê bi temamî dagire. Lê dîsa jî tecrûbeya wergêr yan jî wergervan rehbereke baş e. Ji bo kurdî jî nexasim xwendinên berfireh û cûr bicûr şertekî mezin a wergereke baş e. Yanî tu kîjan rêbazên wergerê deynî ber xwe jî dema tu ji kurdî zêde haydar nebî û temasa te ya ro bi ro a bi kurdî re tine be, ew kontakta germ tine be, ew masûlkeyên te yên wergerê hinekî sar û xam bûbin, dibe ku wê demê di hin ciyan de tu lawaz bikevî. Kurdî ketiye qada nivîskî, di ezmûneke teze de ye, her tim ro bi ro ceribandinên nû lê zêde dibin, formulên nû ên vegotinê dirist dibin û em keşfên nû dikin, bi rêya ragihandin û kanalên cûr bi cûr em hay ji devokên din, hay ji bikranînên din jî dibin, baştir e mirov ji van geşedanan sûd wergire û vana veguherîne çavkaniyekê ji bo wê teksta ku werdigerîne."

    ‘TU DIKARÎ TIŞTEKÎ BI HEZAR PEYVÊN DI TÛRIKÊ XWE DE JÎ WERGERÎNÎ Û TU DIKARÎ BI DEHHEZAR PEYVAN JÎ WERGERÎNÎ'

    Ciwanmerd Kulek diyar kir ku, "Tu dikarî tiştekî bi hezar peyvên di tûrikê xwe de jî wergerînî, û tu dikarî bi dehhezar peyvan jî wergerînî. Wextê ku bi dehhezar peyvan zanibî şiyana te ya manewrayê, —hin tiştan badî, bitewînî, biedilînî û di têgihiştinê de bi cih bikî- hêza te zêdetir dibe, tu hîn serbesttir û xweştir werdigerînî. Evana dawiya dawî li gorî min rêbazê diyar dikin. Wergera mod a mod jî ji nû ve afirandin li gorî zimanê ku tu werdigerînî diguhere. Mesela dema yekî frensî yan jî îtalyanî Borges werdigerîne zimanê xwe û yekî kurd ku wî werdigerîne zimanê xwe ne mimkûne heman rêbazê bişopîne. Çimkî di van zimanan da hem jî alî kok û reh ve nêzîkbûnek heye hem jî ji aliyê tecrubeyên bajarvanî, edebî û desthilatî ve nêzîkî hev in. Vê ezmûnê û pêvajoyê hiştiye usûleke wan a hevpar a vegotinê çêbibe, û ev usûl xwe dispêre heman kodan. Gelek caran tu dikarî hin hevokan tenê bi guhertina hin herfan ji zimanekî ji van zimanan wergerînî yekî din. Lê ji bo kurdî xebateke din, mantalîteyeke din, cîhaneke din lazim e."

    ‘WEKÎ ÇÎROKAN, BÊTIR HEZ DIKIM JI XWENDEVAN RE BIHÊLIM'

    Li ser navtêdayîn berhemên xwe, çaryek, çar neçar û 20.39an Kulek got, "Gerek min jî wekî Umberto Eco navekî yekcar ne cihê bendewariyê li berhema xwe bikira, wekî Navê Gulê, ku herkesî jê re şîroveyek bidîta. Navên van kitêbên min tiştekî bê sir û rasterast dibêjin derbarê naverokên xwe de. A yekem, her du jî ji 4 çîrokan pêk tên, nav dîrekt îşareta wê dike. Tiştên ku li pey vê Çarê tê jî ne wekî vê tiştekî yekser û rasterê ye, û ji şîroveyan re vekirî ye. Ew jî wekî çîrokan bixwe ne. Di Çar Yekê de jî di Çar Neçarê de jî wisa ye; hem maneyeke tek û xweser heye hem ihtîmala gelek maneyan heye. Ev nav hem di derheq naverokê de, tişta ku ew kitêb dihundirîne de, tiştekî rasterast dibêje, hem jîqadeke tarîçolkî dihêle bo têzana şîroveyan. Ez derheqê vî navî de tiştekî bibêjim ez êtiştekî di navekî de, wî navî jî di wateyekê de biqerisînim û êdî dê tiştekî din mane nekin. Lewma, wekî çîrokan, bêtir hez dikim ji xwendevan re bihêlim. Lêwekî nivîskarê, berhemdarê kitêbê ez dikarim di meseleya navan de tiştekî din bibêjim. Wekî pirtûka 20:39an min hîn nedîtiye kesî gotiye Heşt û Sî û Nehê Êvarî dema navê berhemê bi zar dikin. Lê di jiyana rastî de jî ne hêsan e mirov yekî bibîne ku dema van jimareyan li ser telefona xwe dibîne bibêje Bîst û Sî û Neh. Xuya ye navên Çar Yek û Çar Neçar ji alî wateyê de, navê 20:39an jî ji alî xwendin û bizarkirinê de teşqeleyek kirine."

    ‘TIŞTA KU ROMANEKÊ BI MIN DIDE NIVÎSÎN CARINAN HEVOKEK E'

    Kulek derbarê pêvajoya destpêk û berdewamiya nivîsandina berhemên xwe de got, "Nivîsîna her romanê, her çîrokê bi pirsên wiha destpê nake: Wê li kû derbas bibe, li bajaran yan li gund? Tişta ku romanekê bi min dide nivîsîn carinan hevokek e. Ya ku 20:39 bi min da nivîsandin hevokek bû —hevoka pêşî. Carinan li ciyekî tu hevokekê dibînî, dibihîzî yan jî li ciyekî tiştek li ber çavê te dikeve, ew tişt li ciyekî wiha, li kêliyeke wiha, di haletekî wiha de diqewime ku dibe xwedî maneyeke taybet, dibe şîfreya deriyekî. Reqem ji sifirê destpê dikin û heya hejmarên bêdawî yên ku li cîhanê hene diçin, lê li ser deriyekî, li ser sindoqekê, di telefonekê de hew sê lib ji wan jî dikarin bibin kilîlek, carinan gotineke ji çend herfan, hevokeke ji çend peyvan jî dibin terkîbeke wiha û tesîreke ecêb dikin. Hevokên li ciyekî din di hezaren hal û mercên din de tiştekî normal û asayî ne, zêde tiştekî îfade nakin carinan di haletekî de dibin kilîla gelek mesele û çîrokên din, yan jî dîmenek… bi hezarên caran te tiştek dîtiye lê li ciyekî din ew dîmen jî dibe şîfre û kilîlek. Ya ku min han dida bo nivîsînê û min pê dest pê dikir carinan hevokek bû, carinan dîmenek, carinan qetek bîranîn, carinan bêhnek, carinan sewtek. Piştî vê destpêkê şopgeriyeke dûdirêj û bi westan tê. Mirov wê şopê dajo heta heta nizane di kû re dertê."

    ‘A SOXÎ, ROMANÊN BAŞ NE LI GUNDAN, NE LI BAJARAN, DI HIŞÊ MIROVAN DE RÛ DIDIN'

    Kulek di dawiya nirxandinên xwe de got, "Lê eger em illeh meseleyê bînin li gundîtî û bajarvaniyê girêbidin, bi ya min nivîsandina çîrok û romanên gund û gundewariyê êdî zehmettir e. Gund êdî ne qadeke wiha ye ku em bêtir tê de dijîn, derbarê wê de dizanin û dahatiyekê tê de xeyal dikin. Emma ev ne xem e ne jî hêvî ye. A soxî, romanên baş ne li gundan, ne li bajaran, di hişê mirovan de rû didin."

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê organîzasyoneke xwendekarên kurd a çand, huner û sosyalîzasyonê: Chalak Events
    Li Leipzigê Hefteya Rojên Filmên Kurdî dest pê dike
    Rojên Kultur û Hunera Kurdî yê li Stenbolê dest pê dikin
    Huner Emîn:`Pêwistiya Kurdistanê bi pisporên hiqûqa navneteweyî heye`
    Hunermend Ferhat Tunç derket pêşberî dadgehê
    Mihemed Şêxo wek bav, hunermend, mirov û kurd...
    Hunermend Xulamî: Divê kurd bi kongreyekê yekitiya xwe pêk bînin
    Etîketan:
    bijarte, roman, werger, hevpeyvîn, çîrok, helbest, Ciwanmerd Kulek, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de