19:10 20 Nîsan 2018
    Andrey Karlov

    Ji bo Karlov merasîma bîranînê tê lidarxistin

    © Sputnik / Valeriy Şarifulin / TASS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dê ji bo Balyozê Enqerê yê Rûsyayê Andrey Karlov, li Enqereyê bi beşdariya karbisetên tirk, misyonên dîplomatik, karsaz û nûnerên dezgehên sivîl ên tirk û rûs merasîmeke bîranînê li roja salvegera kuştina wî 19ê Kanûnê were lidarxistin.

    Hat zanîn ku dê merasîma bîranîna Karlov roja sêşemê li Balyozxaneya Rûsya ya Enqereyê were lidarxistin û li demjimêr 16.30yî tacegul li ser bîrdariya Andrey Karlov bê danîn.

    Piştre jî dê Baloyozê Rûsya yê Enqerê Aleksey Yerhov, Cîgirê Serokê Komîsyona Entegrasyona Avrasya û Pêwendiyên Hemwelatiyan li Dumaya Dewleta Rûsyayê Umakhan Umakhanov, Serokê Konseya Dîplomatkaran Îgor Halevinskiy û nûnerekî ji Tirkiyê axaftinan bikin.

    Li demjimêr 17.15an jî dê hunermenda dewletê ya tirk piyanîst Îdîl Bîret resîtalekê ji bo bîranîna Andrey Karlov pêşkeş bike.

    Bi heman mijarî:

    Biro: PYD dikare digel ENKSê beşdarî civînên Cenevê bibe
    DYAyê dîmenên ceribandinên nukleerî yên heyama şerê sar weşandin
    Amerîkayê dîsa derbarê Koreya Bakur de fikrê xwe guhert
    Li Endonezya erdhej: Hişyariya tsûnamiyê hat dayin
    NATO îdîakir ku Rûsya Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîncî binpêkiriye
    Fermandarê Pasdarên Îranê li Dêrezorê hat kuştin
    NY derbarê Xurmatûyê de hikûmeta Iraqê hişyar kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de