12:09 25 Gulan 2018
    Serokê HDPê Selahattin Demirtaş

    Celal Dogan: Ji Selahattin Beg silavan tînin, li zora min diçe!

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 40

    Parlementerê HDPê yê Stenbolê Celal Dogan destûrnedana serdana parlementerên di girtîgehê de rexne kir û got, "Hevalên min di girtîgehê de ne, ez dixwazim serdana wan bikim lê Wezareta Dadê destûrê nade. Hevalekî CHPyî dibêje ‘min Selahattin Beg dît, silavan li we dike' Ev zorâ min diçe, li zora we jî naçe gelo?"

    Destûrnedana serdana parlementerên HDP yê girtî di Civîna Giştî ya Parlementoyê ku hevdîtinên budçeyan dihate gotûbêjkirin de hate rojevê. Parlementerê HDPê Celal Dogan got, "Hevalekî CHPyî dibêje ‘min Selahattin Beg dît, silavên wî li te hebûn' Ev zorâ min diçe, li zora we jî naçe gelo?"

    Ji CHPê pêşniyaza avakirina Koma Diyalogê ya Navbeynkariya Partiyan hat. Cîgirê Serokê Parlementoyê Yaşar Tuzun got, "Serokê Parlementoyê dê bi hikûmetê û bi serokwezîr re biaxive û bibejê ev yek neheqî ye. Çi hevdîtin pêwîst bin dê bên kirin."

    PÊŞNIYARIYA AVAKIRINA KOMA DIYALOGÊ YA NAVBEYNKARIYA PARTIYAN

    Cîgirê Serokê CHPê Ozgur Ozel diyar kir ku, "Wezîrê Dadê Abdulhamid Gul dibêje ku ‘em wekhev nêzî hemû partiyan dibin' lê em di rojekê de destûrê distînin lê hevalên HDPyî ji bo ku hevalên xwe yên girtî bibînin destûrê nastînin. Tu sedema vê ya derbasdar a yasayî û mentiqî tune ye ya rast."

    Hêjayî gotinê ye ku parlementerê CHPê Bariş Yarkadaş jî ji bo ku di serdana girtîgehan de mercê destûra wezaretê were rakirin bangewazî kir.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş ji ber ku ‘derdoreke wî ya fireh heye' neanîne dadgehê
    Dadgeha Selahatin Demirtaş sibe birêve diçe
    Derbarê Beştaşa ku fotografê Demirtaş parvekir de fezleke hat amade kirin
    ‘Ji ber ku ji Demirtaş tirsiyan li hemberî wî komplo amade kirin'
    Parêzerên Demirtaş civînekê li dar dixin
    Dozgeriyê xwest ku Demirtaş neyê berdan
    Etîketan:
    Destûr, Girtîgeh, Serdan, Bariş Yarkadaş, Ozgur Ozel, Celal Dogan, Selahattin Demirtaş, Edirne, Enqera, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de