22:53 22 Çile 2018
Zindî
    hdp-mîtîng

    'Ji sedî 81ê kurdan êdî bûne bajarî'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Midurê Giştî yê KONDAyê Bekir Agirdir di civîna Komeleya Karsazên Pîşesazî ya Amedê (DISIAD) de diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşa civakî ya kurdan guheriye û got, "Ji sedî 81ê kurdan bûne bajarî."

    Civîna Lîjneyê ya Şêwra Bilind a Komeleya Karsazên Pîşesazî ya Amedê (DISIAD) bi beşdarbûna Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan, Midurê Giştî yê KONDAyê Bekir Agirdir, Seroka DISIADê Burç Baysal û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr hat birêvebirin.

    Bekir Agirdir di civînê de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşa civakî ya kurdan guheriye. Agirdir got, "Ji sedî 81ê kurdan bûne bajarî, heta nîvê nifûsa kurdan bûne metropolî. Li Tirkiyeyê niha ji sedî 48ê mirovên ku xwe wekî kurd didin nasîn, yanê nîvê wan li 5 metropolan dijîn. Nifûsa kurdan a li bajarên ku nifûsa wan kêmtirî 2 milyonan e, ji sedî 19 e. Fikra dibêje di nava kurdan de eşîrtî û kevneşopî heye, di fîlm û romanan de maye. Haya ti kesî ji vê yekê tune ye. Guherîna rewşa civakî ya kurdan tenê bi aktören siyasî, tenê bi PKKê, AKPê û HDPê were ravekirin."

    Agirdir herwisa anî ziman ku pirsa kurd yek ji pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê ye û got, "Pirsa kurd êdî tenê ne meseleya kurdan e."

    Bi heman mijarî:

    De Mistura: Bila kurd di nava xwe de biryar bidin
    Aydar: Kurd êdî stûyê xwe ji kêrê re xwar nakin
    Melayê kurd: Ji bo min Diyarbekir ji Qudsê pîroztir e
    4 xwendekarên zarok ên kurd di pêşbirka cîhanî de bûn yekem
    Dadgeha Îranê cezaya lêdana 50 qamçî li keçeke kurd birî
    Perlemantarekî kurd ji bo sizadana gendelkaran projeyasayek amade kir
    Etîketan:
    bajarîbûn, kurd, DISIAD, Parlamenterê HDPê, Midurê Giştî yê KONDAyê, Altan Tan, Bekir Agirdir, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de