22:50 22 Çile 2018
Zindî
    Efrîn - Sûriye

    Parlamenterê HDPê: Piştî vekişandina hêzên rûsî dibe Tirkiye operasyona Efrînê bike

    © REUTERS/ Mahmoud Hebbo
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat vekişandina hêzên rûsî û ihtîmala operasyona Efrînê ya Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

    Parlamenterê HDPê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo pirsa ‘gelo vekişandina hêzên rûsî ya qismî ji Sûriyeyê, daxwaza Tirkiyeyê ya operasyona Efrînê zêde kir an na? got: "Li gorî texmînên min ev vekişandina hêzên rûsî ya qismî wê daxwaza Tirkiyeyê ya operasyona Efrînê zêde bike û niha nêrîneke wiha jî tê axaftin."

    ‘DIBE RÛSYA DESTÛRA OPERASYONEK QISMÎ BIDE'

    Mehmet Firrat di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev mijar ne tenê di serdana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Enqereyê de, wekî din dema axaftinên telefonî pêk tên jî ev tê nîqaşkirin. Rûsya ji bo herêmêke berfirek nebe jî, li gorî tiştên xuya dike dibe destûra Tirkiyeyê ya operasyoneke qismî bide."

    Firat di dirêjiya axaftina xwe de got: "Helbet di van demên dawî de Rûsya û Tirkiyeyê pir nêzîkatiyê li hev dikin ev jî sedemeke û di demeke wiha de ez banga valakirina herêma Efrînê tiştekî xwezayî nabînim."

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 11ê Berfenbarê serdana Sûriyeyê kiribû û li Baregeha Hewayî ya Hmeymîmê ji bo vekişandina hêzên rûsî ferman dabû û ji wir jî derbasî Enqereyê bibû.

    Hindekarê Zanîngeha Ahi Evrenê Doç Dr. Serhat Erkmen jî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ji bo operasyona Efrînê gotibû: "Li gorî min Rûsya destûra operasyonê nade, eger bide jî wê destûra operasyona qismî bide."

    Bi heman mijarî:

    Bilgen: Tirkiye bi operasyona Efrînê dê pratîkeke nû ya darbeyê bisepîne
    Şîrovekarên tirk: Îhtimala operasyoneke sînordar a Efrînê heye
    ‘Heger Tirkiye bikeve Efrînê, nema dikare derkeve'
    ‘Hê jî bazara operasyona Efrînê tê kirin'
    Çavuşoglu: Em kengî bixwazin, em dê têkevine Efrînê
    Etîketan:
    Parlamenterê HDPê yê Mersînê, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de