02:28 23 Gulan 2018
    Parlementerê HDPê Sirri Sureyya Onder

    Onder: Bi ricaya dewletê bi hemû fermandarên PKKê re civiyam

    © Foto : HDP - Navenda Giştî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamentarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder di danişîna dadgehê ya ku digel Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş tê darizandin de, parastina xwe kir.

    Di doza ku di Newroza sala 2013an de, ji ber axaftinên xwe Onder û Demirtaş bi ‘propagandaya rêxistina terorê' tên dadgehkirin de, Onder li dadgehê got, em piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê bi daxwaza serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan têne darizandin.

    Di danişîna dadgehê ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a 26emîn a Stenbolê birêve çû de, Demirtaş ji ber ku red kiribû bi rêya SEGBISê beşdar bibe, beşdar nebû û Sirri Sureyya Onder ku li derveyî girtîgehê tê darizandin tenê beşdarî kir.

    'DEWLETÊ LI HEMBER KURDAN HER RÊBAZ CERIBAND'

    Onder li dadgehê îdiayên ku pê tê tawanbarkirin red kirin û hêviya xwe ya bo hatina aşitiyê anî ziman û got, "Li welatê me ji ber pirsa Kurd ev 40 sal in di şer de ye. Dewletê her rêbaz ceriband, lê encamek jê nestand. Herî dawî biryareke hevbeş hat wergirtin. Bi biryara deshilatdariya vê dewletê, MGKê (Lijneya Ewlekariya Milî), me berpirsiyariyek girt ser xwe û em bi Ocalan re û li çiyayên Qendîlê bi gerîlayan re hevdîtin kir. Me 180 hezar kîlometre di navbera Îmralî û Qendîlê de rê pîva."

    'BI HEMÛ FERMANDARÊN PKKÊ RE BI RICAYA DEWLETÊ CIVIYAM'

    Onder herwiha destnîşan kir, "Çiqas fermandarên vê PKKyê hebin, li ser ricaya dewletê bi wan re civiyam."

    Onder herwiha da xuyakirin, dewletê dema xwendina mutabeqata (rêkeftina) navbera ‘dewlet, Îmralî û Qendîlê) ti lêpirsînek venekiriye, lê piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê hatiye destpêkirin ku nabe baweriyê bi vê bînim.

    Parlamentarê HDPê bal kişand ser ku wî tim bo aştiyê têkoşîn daye û axaftinên xwe wekî hewildanên aştiyê nirxandin û got, ‘Dê rojekê aştî were vî welatî.'

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Li Sûriyê rêya jiyana aştiyane vebû
    Wezareta Pêşmerge: Me negotiye emê vegerin Kerkûk û Şingalê
    'Pûtîn peyama ku kêşeyên gelemperî bi Amerîka re çareser bike da'
    Wezareta Karên Derve ya Sûriyê nameyeke ku Amerîkayê şermezar dike şande NY
    Gumanbarên DAIŞê li ser sînor hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de