10:08 23 Gulan 2018
    Îlker Başbug

    Ji serfermandarê berê bo Erdogan berteka Lozanê: Ne rast e!

    © AP Photo / Arşiv
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serfermandarê berê yê Tirkiyeyê Ilker Basbug derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bo Lozanê yên dem bi dem de axivî. Basbug diyar kir ku, dem bi dem anîna rojevê ya Lozanê ne rast e û got, "Dawibûna wê jî, rojanekirina wê jî ne mewzubehs e."

    Serfermandara berê yê Tirkiyeyê Ilker Başbug bersiva pirsên Ugur Dundar ê ji rojnameya Sozcu ya tirk da. Nirxandina Başbug ya derbarê Peymana Lozanê de wiha ye.

    "Peymana Lozanê ji 143 xalan pêk tê. Di xala dawî de têgotin divê ev Peyman di demeke herî kurt de were pesendkirin. Van dewleta nere kiriye: Brîtanya, Fransa, Italya, Japonya, Yunanîstan, Romanya, Dewleta Sirp-Xirwat û Sloven û Tirkiye.

    Di xalên pratîkê yên peymanê de derbarê dawîbûnê û rojanekirinê peymanê de tu hikum tune ye. Taybetmendiya sereke ya peymanê ew e ku ‘sînoran diyar dike' û ‘ger şert û merc biguherin rê li ber guherandina sînoran vedike' lê ev yek ji ber ku dê qaîdeyên navdewletî yê hiquqê binpê bike ji bo guherandina sînoran nayê bikaranîn. Lewra piştî demek bi şunde bidawîbûna Peymana Lozanê û rojanekirina wê ne mewzubehs e."

    Bi heman mijarî:

    Îstasyona Navendê ya li Lozanê ji ber alarma bombeyê hat valakirin
    Kammenos: Ger em ê Lozanê betal bikin, em dikarin vegerin ser Sevrê
    Erdogan: "Dema min peyva Lozanê bikar anî hinek aciz bûn"
    Pavlopulos bersiv da Erdogan: "Binê Peymana Lozanê nekole"
    Kosaçev, encamên civîna Lozanê ya ji bo Sûriyeyê eşkere kir
    Rûsya: "Dewletên ku tevlî civîna Lozanê bûn, yekrêziya axa Sûriyeyê diparêzin"
    Etîketan:
    Peymana Lozanê, Başbug, Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de