15:23 21 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyê TBMM

    Parlamentarê CHPê: ‘MÎTa ku Ocalan anî, 4 serokên daîreyên xwe da PKKê’

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamentarê Partiya Komariya Gel (CHP) Tuncay Ozkan, li ser budçeya Saziya Îstixbarata Milî ya Tirkiyê (MÎT) li Parlamentoya Tirkiyê axivî.

    Tuncay Ozkan ku di heman demê de, endamê Komîsyona Îstixbarat-Ewlekarî yê Parlamentoya Tirkiyê ye, di axaftina xwe de bal kişand ser revandina 4 endamên MÎTê ji aliyê PKKê ve û got, ‘Ew hîn jî di destê PKKê de dîlgirtî ne.'

    Ozkan di axaftina xwe ya li ser budçeya 2018an a MÎTê de, da xuyakirin ku hîn jî Serokê MÎTê ti zanyarî nedane komîsyonê û li ser revandina 4 endamên MÎTê ji aliyê PKKê ve wiha axivî:

    ‘MÎT BI ÇI MEBESTÊ, ÇÛ KÎJAN OPERASYONÊ?'

    "MÎTa ku Abdullah Ocalan anîye Tirkiyê, piştî 16 salan 4 serokên xwe yên daîreyan da destê PKKê. Ev çawa hatin desteserkirin? Em dixwazin bizanin, MÎT bi çi mebestê çû kîjan operasyonê? Erka pevguhertinê çima hat dayîn? Gelo ji bo serokên daîreyan ên di destê PKKê de ev biryar hat dayîn? Ev ne mijareke ku bi bêdengiyê were nuxamtin e."

    Bi heman mijarî:

    Li asîmanên Koreya Bakur objeyeke razbar hat dîtin
    DMMEyê ji bo 'daxwaznameyên dersa kurdî' cezayê tezmînatê da Tirkiyê
    Cenazeyên du kesan birine nexweşxaneya Qosêrê
    Balyozxaneya Sana ya Rûsyayê hat tehlîyekirin
    Serokê Filistînê Abbas li Tirkiyê bi Erdogan re civiya
    Rûhanî: Meseleya Filistînê meseleya misilmanan a ewilîne
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de