10:45 22 Hezîran 2018
Jandarma - Cenderme

Li gundekî Sêrtê 13 kalên gund bi carekê hatin binçavkirin

© AFP 2018 / Sedat Budak
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku 13 gundiyên temen mezinên ji gundê Bêlekê bi navê xwe yê tirkî Çeltikbaşi yê girêdayî navçeya Misircê (Kurtalan) a bajarê Sêrtê, bi operasyoneke cendermeyan hatine binçavkirin.

Li gor nûçeya Arti Gerçekê cendermeyan berê sibehê bi ser gund de girtine û hemû gundiyên li gund dimînin binçav kirine.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku hemû kesên hatine binçavkirin, temenê wan bi ser, 60-70 û 80 saliyê de ne û sedema binçavkirina wan jî nehatiye hînbûn.

Li gor zanyariyan ji bo kesên hatine binçavkirin tê gotin ku ew bi hinceta ‘terorê' hatine binçavkirin.

Herwiha di nûçeyê de tê gotin ku hevdem bi operasyona gund re, bi ser malên gundiyan ên ji salên 1994an ve ji ber şewitandina gundê xwe li Batmanê bicih û war bûne de jî hatiye girtin.

Navê hin kesên hatine binçavkirin jî wiha ne; Mehmet Vural 85, Huseyin Vural 80, Ramazan Vural 75, Azaddin Balik 72 û kesekî din jî 90 salî ye.

Bi heman mijarî:

77 rêxistinan bangî Ebadî kir
Almanyayê biryara xwe ya ji bo perwerdekirina pêşmergeyan da
Komîsyona hilbijartinan li Herêma Kurdistanê dixwaze 3 hilbjartinan bi hevre bike
HSD: Em tev li Artêşa Sûriyeyê nabin
Rûsyayê hebûna xwe yên dîplomatîk ên li Yemenê dan rawestandin
De Mistura ji dijberiya Sûriyeyê re: Ti kes piştgiriya we nake
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de