19:28 21 Hezîran 2018
Leşkerên rûs ên li Sûriyeyê

Kemal Ozturk: Heye PYD di rojên pêş de, di navbera Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê de asê biminê'

© REUTERS / Omar Sanadiki
Tirkiye
Lînkê kurt
Fethullah Ozmen
0 16

Gerînendeyê Ajansa Anadoluyê (AA) yê berê Kemal Oztruk li ser biryara vekişandina leşkerên Rûsyayê ji Sûriyeyê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku dê Rûsya tenê beşek ji leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne. Ozturk li ser gotina Pûtîn ku 'me axa Sûriyeyê ji terorîstan paqijkiriye' dide nîşandan ku Rûsya PKK û PYDê wek terorîst nabîne.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn doh çû Tirkiyê û bi Serokomorê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan re di nava salekê de cara heftem hevdîtin pêkanî. Pûtîn berî biçe Tirkiyeyê, çû Sûriyê û li wê derê jî bi Serokê Dewletê Sûriyê Beşar Esad re hevdîtin pêkanî. Pûtîn piştî hevdîtina bi Erdoganî re civîneke çapemeniyê ya hevpar li darxist û ragihand ku dê Rûsya leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne. Herwiha Pûtîn da zanîn ku tevahiya axên Sûriyê ji terorîstan hatine paqij kirin.

Karikatür
© Sputnik / Vitaliy Podvitski
'NE PÊKANE KU RÛSYA JI NIŞKA VE JI SÛRIYÊ DERKEVE'

Li ser vê mijarê Gerînendeyê Giştî yê Ajansa Anadoluyê yê berê û rojnameger Kemal Ozturk ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku, gelek baregehên Rûsya yên mezin li Suriyê hene û weha berdewam kir: " Bi îhtîmaleke mezin biryara Rûsya ya vekişandina leşkerên ji Sûriyê xapînok e. Yanî dê beşek leşkerên xwe bikşîne. Li wê derê gelek baregehên Rûsyayê yên mezin hene. Û helbet kesek hêvî nake ku piştî Rûsya ew qas piştgirî da Esad, bi derbekê re rahêje her tiştê xwe û derkeve. Ji xwe Rûsya jî vê yekê nake. Rûsya ev yek ji bo piştgiriya biryarên ku li Soçiyê derbarê desthilatdariya Sûriyê, serxwebûna iktîdara wê û yekrêziya axên wê stendine kiriye. Yanî qeneate min ew e ku keştiyên balafiran ên Rûsyayê û baregehên wê yên leşkerî dê bimînin. Amerîka dê çav li vê yekê bike û dê heman tiştî bike? Dibe ku ew jî heman tiştî bike. Ew jî dikare beşeke ji leşkerên xwe bi paş de vekişîne. Lê bi awayekî mayinde dê li wir bimîne. Lewra wê jî nêzî 3 hezar TIR alîkariya leşkerî da PYDê. Nêzîka 8-90 hezar mirovî perwerde kir û çek dane wan. Lewra ez hêvî nakim ku Amerîka bi carekê re dê dest ji van berde."

‘LI GOR RÛSYAYÊ PYD Û HETA PKK NE RÊXISTINÊN TERORÎST IN'

Ozturk derbarê axaftina Pûtîn ku gotibû axa Sûriyê bi tevahî ji terorîstan hat paqijkirin û nerîna Tirkiyê a li vê yekê jî weha axivî: "Niha PYD ji bo Rûsyayê ne rêxistineke terorî ye, PKK jî ne rêxistineke terorî ye. Yanî ev yek ji kêşeyên herî giring ên di navbera Rûsya û Tirkiyê de ne. Li Rûsyayê ofîsên PKKê hene. Buroyên wan ên ragihandinê hene û ev ji bo Tirkiyê kêşeyên giring in û Tirkiye van jî tîne zimên. Rûsya li Sûriyê tenê DAIŞê wekî rêxistina terorî dibîne. Derbarê vê yekê de jî hemû xebat temam bûn û mijara DAIŞê qediya.

‘HEYE KU PYD DI ROJÊN PÊŞ ME DE, DI NAVBERA RÛSYA, SÛRIYÊ Û TIRKIYÊ DE ASÊ BIMINÊ'

Piştî ku mijara DAIŞê qediya, îca dê kî wekî terorîst were dîtin, were nîşandan, dê kî vê yekê bike mahne û dîsa dewletan tûşî bê îstîkrariyê bike, em ê di rojên pêşiya me de bibînin. Qenaate min ew e ku îhtîmal heye PYD di serdema pêşiya me de, dê wekî navgîneke şer derkeve holê. Heke PYD li ser daxwaza û zor lê kirina Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re li hev neke, dê di navbera Rûsya, birêvberiya Şamê û Tirkiyê de asê bimîne û heye ku şerek derkeve."

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Em plan dikin ku hêzên muxalif yên Sûriyeyê beşdarî Kongreya Niştimanî bibin
Pûtîn: Biryara Qudsê ya Trump, dibe ku bibe sedema pevçûnan
Peskov: Pûtîn û Erdogan li Enqerayê dê rewşa Sûriyeyê biaxivin
Pûtîn berî Tirkiyeyê serdana Sûriyeyê kir
Pûtîn dîrektîf da ku hilberîna LNGyê bê zêdekirin
Pûtîn roja duşemê serdana Enqereyê dike
Erdogan û Pûtîn bi telefonê derbarê Qûdsê de axivîn
Etîketan:
Soçî, civîn, leşker, Kemal Ozturk, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de