15:57 24 Hezîran 2018
Dr. Ismail Beşikçi

Nivîskar û sosyolog Ismail Beşikçi ji bo kurdan giriya

© Sputnik / Sputnik
Tirkiye
Lînkê kurt
Mustafa Zengin
0 10

Sosyolog û nivîskarê tirk ê navdar Dr. Ismail Beşikçi îro li Şaxa Amedê ya Weqfa Ismail Beşikçi li ser kurdan panelek da. Beşikçi di dema axaftina xwe ji bo kurdan giriya.

Sosyolog û nivîskarê tirk ê navdar Dr. Ismail Beşikçi, ku wekî dostekî kurdan tê zanîn, îro li li Şaxa Amedê ya Weqfa Ismail Beşikçi di paneleke bi navê ‘Kurd û Mafên Diyarkirina Siberoja Xwe' de axivî. Beşikçi di axaftina xwe ya panelê de ji bo ku ‘yekîtiya xwe ava nakin û li dijî hev siyasetê dikin' rexne li aliyên siyasî yên kurd girt.

'RÊVEBERÊN KURDAN NAVÊN KURDAN TOMAR NEKIR'

Li gorî agahiyên ku moderatorê panelê Ahmed Kanî dan Sputnik Kurdistanê Dr. Beşikçi bi taybetî bal kişand ser girtîgeha Silêmaniyê, ku di dema rejîma Seddam Husên de bi deh hezaran kurd di wê girtîgehê de bi halekî tî û birçî jiyana xwe ji dest da û wisa berdewam kir, "Di dema Seddam Husên de li Silêmaniyê li girtîgeha navdar a wekî kampa Auschwitz a ku Naziyan Cihû tê de kuştin, bi deh hezaran kurd jiyana xwe ji dest da. Kurdên ku di wir de dihat girtin, heta jiyana xwe ji dest nedaya, nedihatin derxistin. Lê ti rêxistineke kurd navên wan tomar nekir. Tenê dayikên wan ew navên wan dizanin. Cihûyan navên însanên xwe tomar kirin û ji xwe re kirin bîr. Lê rêveberên kurdan ev yek nekir. Niha ne goran wan heye ne jî cihên wan."

'DIVÊ DI NAVA KURDAN DE HESTA NETEWEYÎ WERE XURTKIRIN'

Beşikçi di panelê de dema behsa vê bûyerê kir gelekî hestiyar bû û hêsir ji çavên wî hatin. Sosyolog Beşikçi li ser vê yekê bi taybetî rexne li siyaseta kurd a Herêma Kurdistanê girt û got, "Siyaseta Silêmaniye li beramberî van tiştan çima xwe hêj bi Iraqê ve digire?"

Herwisa Ismail Beşikçi di axaftina xwe de bal kişand ser avakirina hest û fikreke neteweyî di nava kurdan û got, "Ji bo çi pêşmerge jî, gerîla jî li dijî neyarên kurd û Kurdistanê hestên neteweyî yên xurt di nava kurdan neafirandine?"

Bi heman mijarî:

Şirketa Norwecê li Kurdistanê hilberîna petrolê 3 qat zêde kir
Xrîstîyanên li Kurdistanê cejna xwe pîroz dikin
Li Kirmaşan û Kurdistanê erdhejek bihêz
‘Ev pêvajoya şîîkirina bajarên Kurdistanê ye'
Îran deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re vedike
Etîketan:
Sosyolog, Ahmed Kanî, ismail beşikçi, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de