15:07 22 Çile 2018
Zindî
    PKK

    PKK: Tirkiye pêşniyar bike, em ji diyalogê re amade ne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 40

    Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PKKê Riza Altun li gel rojnameya erebî Okaz axivî û referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, gefên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, têkiliyên PKK û Heşda Şeibî û gelek mijarên din nirxandin û diyar kir ku Tirkiye bixwaze diyalogê bike, ew amade ne.

    Peyamnêrê rojnameya Okazê Ebdulah Xezewî li çiyayên Qendîlê bi Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PKKê Riza Altun hevpeyvîne pêk aniye û Altun wek Wezîrê Derve yê PKKê bi nav kiriye.

    "BARZANÎ LI SER GAVA XWE YA ŞAŞ ISRAR KIR"

    Altun li ser pirsyara bê gelo vekişîna Pêşmergeyan ji Kerkûkê û bûyerên wê wek têkçûna Barzanî dinirxîne yan na, wiha axivî: "Barzanî ji serî de gaveke şaş avêt û li ser wê gava xwe îsrar kir. Li gel ku wî dizanî ku hêza wî dê nikaribe bi vê gava wî re bisekine. Îca ji ber vê biryarê têkiliyên wî bi Tirkiye û Îranê re jî xera bûne, li gel ku berî wê biistqrar bûn."

    PKKÊ ÇIMA LI KERKÛKÊ ŞER NEKIR?

    Herwiha berpirsê PKKê destnîşan kir ku rewş li Rojhilata Navîn zû diguhere û li ser sedema ku PKKê wek Kobaniyê li Kerkûkê jî şer nekir axivî û got: "Ji ber ku rewşa Kerkûkê cida ye. Kêşe ew e ku her tişt li ser xala bê gelo Kerkûk ya kê ye dest pê dike? A kurdan e yan a ereban e? yan gelo ya tirkan e. Em nikarin bibin aliyekî wiha ku bibêje, Kerkûk xwerû kurdî ye lê ne xwerû erebî ye û ne jî tirkî ye. Ew bajarê van miletan hemûyan e. Ew mozaîk e. Helwesta me ji bo çareserkirina kêşeyan ew e ku nabe li ser hişkiyeke neteweyî be. Îca eger me destwerdana di Kerkûkê de bikira, teqez dê pêşmergeyên PDK û YNKê venekişiyana û destkeftiyên siyasî dê bibûna yên herdû aliyan ku herdû jî rewşê şaş dixwînin û gavên şaş diavêjin. Lewra di encamê de em ê bibin piyonek di xizmetê siyaseta wan a şaş de.

    "TÊKILIYÊN PKK Û HEŞDA ŞEIBÎ TINE"

    Li ser têkiliyên Heşda Şeibî û PKKê, Altunî wiha axiviye: "Têkiliyeke rasterast di navbera me de tine. Li cihê temasê pêwendî hene lê ti lihevkirinên siyasî yan leşkerî tine ne. Heşda Şeibi kopyayeke lerzok a DAIŞê ye û mebesta min ew milîsên ne birêkûpêk e ku Sedrî ev nav li wan kiriye.

    Di berdewamiya hevpeyvînê de, Altunî diyar kiriye ku heta çareseriyeke ji pirsa kurdî re bi gavên berbiçav neyê dîtin, dê li çiyayan bin lê eger were dîtin, mana wan a li çiyayayn bêwate dibe.

    "KURD LI HERÊMA KURDISTANÊ BÛNE PÊLÎSTOKEKE AMERÎKA Û ÎSRAÎLÊ"

    Rayedarê PKKê destnîşan kir ku ew tenê bi çavekî kurdî li meseleyê nanerin ji ber destkeftiyên û wiha dibêje: Rewşa kurdan û destkeftiyên wan ne di kêlîkekê de çêbûne lê ew piştî qolincên ser salî yên têkoşîna li Herêma Kurdistana Iraqê pêk hatine…Ti îradeya vê (keyana) kurdî tine ji ber bûye pêlîstokek di destê Amerîka û Îsraîlê de û ti hêzeke wê ya siyasî û leşkerî tine. Wê nekarî xwe yek rojê li Kerkûk yan jî li Mûsilê bigire."

    "HETA PIRSA KURDÎ LI ÎRANÊ BI TEMAMÎ ÇARESER NEBE, EM NIKARIN PÊ RE LI HEV BIKIN"

    Derbarê sedema ku hebûna PKKê li Îranê ne wek Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê çalak e jî, Altun dibêje: Partiya me rasterast bi Îranê mijûl nabe. Rast e ku em geşedanên li hemû perçeyên Kurdistan û herêmê dişopînin lê em bêtir giraniya xwe didin Tirkiyeyê mezintirîn beşê(Kurdistanê) tê de ye û şerê me li dijî wê berdewam dike. Em giringiyê didin geşedanên li Îranê, nexasim li ser asta kurdan û herdem pêşniyara çareserkirina pirsa kurdî li Îranê li ser bingehên demokrasî û aştiyê dikin û israrê jî li ser dikin. Îca heta pirsa kurdî bi temamî neyê çareserkirin, em nikarin rêkeftinekê bi Îranê re pêk bînin bêyî ku hebûna kurdan qebûl bike. Anku em nikarin bi ti alî re li he bikin bêyî ku pirsa kurdî qebûl bike."

    Herwiha Altun diyar kir, eger Îran bi çi awayî li dijî destkeftiyên kurdan êrîşekê pêk bîne, ew dê rewşê ji nû ve binirxînin.

    "PYDÊ PIŞTA XWE BI KESÎ VE GIRÊNADE"

    Ebdulah Xezewî di pirsyareke xwe de dibêje ma gelo têkiliyên PYD bi Rûsya û Amerîkayê re jî, ne piştgirêdana bi hêzên derveyî ye û Altun diyar kir ku hemû hêzên li Sûriyeyê hene, hewl didin ku ji xwe pêgehekê li Sûriyeyê peyda bikin û PYD wek tevgerên kurdî yên tradasyonal naxebitin û wiha pê de çû: "Ji ber pişta xwe bi cih û hêza xwe ve girêdide û pişta xwe bi ti aliyekî ve girênake ku ew hêz xwe vekişîne, birûxe."

    Altun wiha dewam kir: Têkiliya PYDê bi hemû aliyên çalak ên li Sûriyeyê re heye. Lê pişta xwe bi ti kesî ve girênade. Di nava van têkiliyan de projeya xwe pêşniyar dike."

    "PKK TENÊ PIŞTGIRIYA ROJAVA DIKIN LÊ EM BIRÊVEBERIYÊ NAKIN"

    Ji aliyê din ve, Altun diyar kir ku Ocalan demeke dirêj li Sûriyeyê maye û bingehekî wî di nav gelî de heye ku gel kurdên Sûriyeyê di nav PKKê de şer kiriye û wiha pê de çû: "Gava bûyerên Sûriyeyê dest pê kir, ew vegeriyan Sûriyeyê ji bo şer bikin. Em piştgiriya îdeolojî didin wan ji ber bi awayekî xurt li ser felsefeya Ocalanî dimeşin. Em gelekî nêzîk in û em ê ji aliyê leşkerî ve jî piştgiriya wan bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku em Sûriyeyê bi rê ve dibin. Em vî tiştî qebûl nekin. Ew  xwe bi rê ve dibin. Em piştgiriya wan dikin û rêzê li biryara wan digirin heta eger em jê hez nekin jî".

    Altun destnîşan kir ku niha ti têkiliyên li gel Tirkiyeyê tenê şer in û wiha got: Mixabin niha tenê şer heye. Ti pêwendiyên me bi wan re tine ne lê eger Tirkiye pêşniyar bike, em amade ne. "

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê Goranê: Hikûmeta Iraqê bi hejmarên budçeya Kurdistanê lîstiye
    Heyeta hikûmeta Kurdistanê ji Fransayê vegeriya
    Li Kurdistanê rezerveke nû ya petrolê hat kefşkirin
    Wezareta Ragihandinê: Girtina firokexaneyên Herêma Kurdistanê zirarên mezin dide
    Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da
    Etîketan:
    PKK, Pêşmerge, Riza Altun, Sûriye, Kerkûk, Amerîka, Iraq, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de