13:48 22 Hezîran 2018
Sûr bi barîyeran hat dorpêçkirin

'Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ji ber helwesta wê ya li hemberî kurdan lawaz bû'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Şêwirmendê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Etyen Mahçupyan di nivîsa xwe ya îro de diyar kir ku Tirkiye di serî de li hemberî Amerîkayê û herwisa li hemberî Rûsya û Îranê lawaz bûye û got, sedema vê rewşa Tirkiyeyê helwesta wê ya şaş a li hemberî pirsgirêka kurd e.

Şêwirmendê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û nivîskarê rojnameya Kararê di nivîsa xwe ya îro de rewşa politikaya derve ya Tirkiyeyê wekî lawaz nirxand û ji bo sedema vê yekê jî got, "Sedema sereke ya vê yekê meseleya kurd e."

Mahçupyanê ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî pirsgirêka kurd wekî ‘helwesteke şaş' bi nav kir, got, "Ji ber ku Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê veneguherand stratejiyeke yekalî û her ku çû li hemberî nasnameya kurdî helwesteke siyasî ya biyanî bi pêş xist, karên politikaya xwe ya derve lawaz kir."

Bi heman mijarî:

Tirkiye: Em ê qereqola Şah Silêman dîsa bibin cihê wê yê berê
'Tirkiye ditirse ku di nav planên Îsraîlê de avakirina dewleta Kurdî hebe'
HSD: Tirkiye şantajê li Silo dike
Rûsya û Tirkiye ji bo firînên Moskow û Antalya li hev kirin
‘Amerîka, Erebîstana Siûdî û Tirkiye li hemberî Kongreya Niştimanî ya Diyalogê şer dikin'
Etîketan:
Nivîskarê tirk, Etyen Mahçupyan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de