15:05 21 Çile 2018
Zindî
    Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Em kengî bixwazin, em dê têkevine Efrînê

    © AFP 2018/ NICHOLAS KAMM
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu îddia kir ku Tirkiye ji aliyê Efrînê ve rastî tacîzan tê û got, "Ji bo me ya girîng ew e ku tehdîd heye an na. Ji wê herêmê (Efrînê) bo me tehdîd tên, em dê ji nişka ve têkevinê û mudaxele bikin."

    Mevlut Çavuşoglu derbarê paşdevekişîna leşkerên rûsî ji Sûriyeyê axivî û got, "Rûsyayê berê jî leşkerên xwe Sûriyeyê vekişandibûn û dûre dîsa leşker anîbûn. Li Iraq û Sûriyeyê Di têkoşîna li hemberî DAIŞê de pêşdeçûnek çêbû. Rejîm, Îran û Rûsya li ser mijarên din hûr dibin. Li vir baregehên Amerîka û Rûsyayê hene. Çavdêr hene. Rûsya dê çiqas leşkerên xwe vekşîne em dê bibînin. Em li Idlîbê ne. Doh serokomarê me brêz Erdogan bi brêz Pûtîn re hevdîtinek pêkanî. Mijarên weke rewşa siyasî, pêvajoya Astanayê, têkiliyên dualî, herka tirk û bazirganiya S-400an hate gotubêjkirin."

    'ME LÎSTEYA NÛNERÊN KURD DA RÛSYAYÊ'

    Çavuşoglu derbarê Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê de jî got, "Em ne dijberî birayên xwe yên kurd in. Em li dijî YPGê ne. Îran jî li dijî YPGê ye. Me lîsteya nûnerên kurdan da Rûsyayê."

    ‘DI DERBARÊ ESAD DE FIKRA ME NEGUHERÎ YE'

    Çavuşloglu derbarê helwesta Tirkiyeyê ji bo Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad de got, "Helwesta me ya li hemberî Esad neguherî ye. Bi hikûmeteke demkî jî be Esad dê Sûriyeyê nede ser hev, dijberî wê dê ji hev veqetîne. Em wisa hizir dikin ku li Sûriyeyê bi awayekî zelal hilbijartinek pêk neyê.

    EM DIJÎ WÊ YEKÊ NE KU LI HEMBERÎ DAIŞê RE BI RÊXITINÊN DIN RE HEVKARÎ BÊ KIRIN'

    Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got, "Em dijberî wê yekê ne ku li hemberî têkoşîna DAIŞê re bi rêxsitinên din re hevkarî bê kirin. Li Kilisê ji 20an zêdetir welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Trump diyar kir ku ji niha û pê ve çekan nedine YPGê, ev yek bi eşkere got û pişterastkir û got divê ev şaşî ji zû de bidawî bihata. Ger Pentaogn bi ya serokê amerîkî neke, ew pirsgirêka wan e. Înşallah ew dê gotina xwe binine cih."

    Bi heman mijarî:

    Li Efrînê fîlmê şerê Sûriyê ‘El Mesîr-Çarenivîs’ hat pêşandan
    PYD: Hevalbendiya bi Rûsyayê re dê Efrînê jî biparêze
    Artêşa Tirkiyeyê hêzeke din şand ser sînorê Efrînê
    Artêşa Tirkiyeyê wesayîtên leşkerî û obusan şandin ser sînorê Efrînê
    Etîketan:
    Çareseriya Pirsa Sûriyeyê, Kongreya Niştimani, Mevlut Çavuşoglu, Rusya, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de