15:22 21 Çile 2018
Zindî
    Binali Yildirim

    Tirkiye: Em ê qereqola Şah Silêman dîsa bibin cihê wê yê berê

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim diyar kir ku axa Qereqol û Tirba Şah Silêman a li Sûriyeyê aîdê Tirkiyeyê ye û ew ê wê qereqolê dîsa bibin cihê berê.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de ji bo îdiayên CHPê yên li ser qereqol û Tirba Şah Silêman a li gundê Aşme yê Rojava axivî û ev tiş gotin: "Şûna Qereqola Şah Saygi milkê Tirkiyeyê ye û alaya Tirkiyeyê wê li wir were hildan. Ji ber ewlehiyê ev cih ji bo demeke kurt hatiye valakirin. Li Sûriyeyê piştî ku her tişt baş bibe, qereqol wê dîsa li cihê xwe yê berê dest bi fealiyetan bikin."

    Yildirim herwisa anî ziman ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo meseleya Filîstînê li hemû serokan geriyaye lê li Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan negeriyaye û got, "Ji ber ku fikra serokomarê me eşkere ye. Ez bawer dikim Trump newêrîbû li wî bigeriya."

    Tê zanîn ku Tirkiyeyê li ser gefên DAIŞê di 22yê Sibata 2015an de qereqol û Tirba Şah Silêman ji cihê wê rakiribûn û ew anîbûn ser sînorê Tirkiyeyê. Ev operasyona guhertina cihê qereqolê bi agahdarî û alîkariya YPGê hatibû kirin.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Heke Amerîka xwe mecburî alîkariya YPGê dibîne em jî mecbur in S-400an bistînin
    Yildirim: YPG nikare beşdarî civînê bibe
    Yildirim: Em hêvî dikin DYA hevpariya xwe bi YPGê re bi dawî bike
    Yildirim bi telefonê bi Ebadî re axivî
    Binali Yildirim: Li zîrveya li Soçî dê biryareke giring were aşkere kirin
    Etîketan:
    tirba Şah Silêman, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de