14:46 22 Çile 2018
Zindî
    Lastîkên otombêlan

    Ji serê salê û wir de bihayê muayeneyan sê qet zêde dibe

    Manjunath Kiran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Tirkiyeyê bihayên muayeneyên wesayîtan ji serê salê û wir de biha dibin. Li gorî vê yekê bihayê muayeneya wesayîtan sê qet biha bûn û ji 115.64 Lîreyî (30.11 dolar) derket 305.62 Lîreyî (79.58 dolar).

    Li gorî rêvebernameyên ku di çarçoveya Qanûna Veguheztinê ya Rêyan û Qanûna Trafîkê ya Rêyan biha û cezayên wesayîtan yên sala 2018an hatine diyarkirin.

    Li gorî Danezana Giştî ya Qanûn Baca Eslî bihayên muayene û cezayan ji nû ve hatine diyar kirin. Bihayên wesayîtan bi rêjeya 14.47an hat zêdekirin.

    Li gorî vê zêdekirinê ji sersalê û wir de, tevî KDVê bihayê muayeneyê yên otobêz, qemyon, kişîner û tankeran ji 267.86an (69,80dolar) derkete 305.62 (79.64 dolar) lîreyî. Otombêl, mînîbus, wesayîtên taybet, wesayîtên eraziyê, romork û nîvromork ji 198,24an (51,68dolar) 226.56an (59,06dolar), traktır, motorsiklet, pisqelêtên bimotor ji 101.48an (26,46 dolar) derkete 115.64an (30,15 dolar).

    Bi heman mijarî:

    Bihayê zêr li Tirkiyeyê zêde bû
    Bahoza Irmayê li bihayê petrolê xist
    ‘Pentagon bi bihayê 2 milyar dolaran çekan ji hevpeymanên xwe yên Sûriyê re dişîne'
    Iraq bihayê 2 mîlyar dolarî çek distîne
    Etîketan:
    otombêl, muayene, Biha, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de