03:08 24 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    'Ka pêşî dîplomaya xwe nîşan bide paşî mijara Lozanê bike cihê nîqaşê'

    © REUTERS/ Sergei Ilnitsky/Pool
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya parlamentoyê de ji bo Erdogan got: "Ti bi kîjan zanebûna xwe mijara Lozanê dike cihê nîqaşê, ka pêşî diplomaya xwe nîşanî me bide."

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya parlamentoyê de ji bo jikardûrxistina şaredarê Ataşehirê bertek nîşan da û got: "Eger kesek bi navê ‘êz dewletim' derkeve holê di pirtûkên siyasetê de navê wê dîktatoriye. Divê em dewlet û hikûmetê ji hev cuda bikin. Em ne li dijî vekolîna şaredariyan e, bila ev vekolîn bi edlaet were kirin."

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan hedef girt û got: "Ez nizanim ti bi kîjan zanebûnê meseleya Lozanê dike cihê nîqaşê. Beriya ku ti Lozanê bike cihê nîqaşê pêşî ka diplomaya xwe nîşanî me bide. Lozan namûsa Tirkiyeyê ye. Ez dixwazim bipirsim, li wir te çima behsa 18 giravên dagirkirî nekir? Dema ti diçe giravan devê xwe band dike. Yunanan nîqaş vekirin û 18 girav dagir kirin."

    Bi heman mijarî:

    'Trump cesaret nekir li Erdogan bigere'
    Peskov: Pûtîn û Erdogan li Enqerayê dê rewşa Sûriyeyê biaxivin
    Erdogan: Amerîka bû şirîkê xwîna ku li Qudsê tê rijandin
    Netanyahu: Erdogan gundên kurdan bombebaran dike, ez şîretan jê nagirim
    Erdogan: Kurdên Sûriyê û PYD-YPG ne heman tişt in
    Erdogan: Îsraîl dewleta dagirkeriyê ye
    Etîketan:
    Nîqaşên Lozanê, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de