22:43 22 Çile 2018
Zindî
    Polîs - binçavkirin

    ‘Li 5 bajaran amadehiya operasyona şaredariyan dikin'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê CHPê yê Şaxa Stenbolê Cemal Canpolat di axaftina xwe de ragihand ku em dizanin li hemberî gelek şaredariyên Aydin, Edene, Enqere, Îzmîr û Stenbolê amadehiya operasyonan tê kirin.

    Serokê CHPê yê Şaxa Stenbolê Cemal Canpolat di axaftina xwe ya ji bo jidûrxistina Serokê Şaredariya Ataşehirê Battal Ilgezdî de got: "Em dizanin li hemberî gelek şaredariyên Aydin, Edene, Enqere, Îzmîr û Stenbolê amadehiya operasyonan tê kirin. Ev operasyonên siyasî ne û dê nikaribin me bitirsînin."

    Cemal Canpolat di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ne li dijî lêpirsîna şaredariyên CHPeyî ne. Destê xwe ji dadger û dozferan bikşînin û dîrektîfan vî karî nekin. Berî niha bi 3 mehan min gotibû li Stenbole 20 şaredariyên FETOyî hene. Ne gotin na û lêpirsîn jî nedan destpêkirin. Qismekî wan ji wezîfeyê dûr xistin û qismekî wan jî pasif kirin."

    Canpolat di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo gendeliyên xwe veşêrin li hemberî şaredariya Aydin, Edene, Enqere, Îzmîr û Stenbolê amadehiya operasyonan dikin. Ev operasyonên siyasî ne û em ê li hemberî van operasyonan tekoşînê bidin."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Yekîtiya Şaredariyên bajarên kurdan qeyûm hat tayînkirin
    Hejmara şaredariyên ku qayûm hatin tayînkirin
    Ji şaredariyên Yenîşehîr û Artukluyê bi dehan kes ji kar hatin derxistin
    Ji bo 3 şaredariyên DBPê qeyûm hate tayînkirin
    Polîsan girt ser du şaredariyên DBPê
    Etîketan:
    CHP, Cemal Canpolat, Enqere, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de