12:15 25 Gulan 2018
    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Di nav salekê de hevdîtina 7an: 'Hevkariyeke xurt di navbera me de heye'

    © Sputnik / Aleksey Druzhinin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 22

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo hevdîtina xwe ya 7emîn a di nava vê salê de li Enqereyê, paytexta Tirkiyeyê hatin cem hevdu.

    Pûtîn serdana baregeha Hmeymimê kir û li wir vekişîna leşkerên Rûsyayê ya ji Sûriyê ragihand
    © Sputnik / Michael Klimentyev
    Li gorî daxuyaniya Kremlînê Pûtîn û Erdogan di hevdîtina xwe ya ku Enqereyê de gavên çareseriya siyasî ji bo krîza li Sûriyeyê dê binirxînin. Herwiha Pûtîn dê amadekariyên Kongreya Diyalogên Nîştimanî ya Sûriyeyê ku tê plankirin aliyên Sûriyeyê li Soçiyê bicivin, bi Erdogan re parve bike.

    Hevdîtina Pûtîn û Erdogan piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku Quds wekî paytexta Îsraîlê nas kiribû, pêk tê. Ji ber vê yekê tê payîn ku herdu serok vê biryara Trump jî binirxînin.

    Herwisa hevdîtinên Pûtîn ên li Enqereyê piştî serdana wî ya li baregeha Rûsî ya Hmeymîmê ya li Sûriyeyê tê, ku Pûtîn li wir jî bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin pêk anîbû. Dîsa Pûtîn piştî serdana xw eya Sûriyeyê jî çûbû Misrê û bi Serokomarê Misrê Ebdulfettah El Sîsî re hevdîtin pêk anîbû.

     

    nameya nû
    • 21:44

      PÛTÎN: HEVKARIYEKE XURT DI NAVBERA ME DE HEYE

      Sernavên daxuyanên Pûtîn:

      Em li ser mijara Rojhilata Navîn û kêşeya Sûriyê rawestiyan. Welatên me di nav hevkariyeke xurt de ne.

      Hevkariya navbera Moskow û Enqerê bi awayekî serkeftî berdewam dike.

      Em bi rêzdar Erdogan re li ser zêdebûna 36%î bazirganiya navbera her du welatan a ji meha Çile heta Berfanbarê axivîn. Ev hemû bi xêra biryarên me yên hevbeş çêbûn.

       

      'RÛSYA Û TIRKIYE JI BO KONGREYA NIŞTÎMANIYA SÛRIYÊ XEBATÊN XWE DIDOMÎNIN'

      Di vê mijarê de hewildanên Erdogan pîroz dikim. Rûsya û Tirkiye ji bo civandina Kongreya Dîyaloga Niştîmanîya Sûriyê di serê sala 2018an de, xebatên xwe didomînin.

      Em li ser mijara Sûriyê rawestiyan. Hema hema tevahiya erda Sûriyê niha ji terorîstan hatiye rizgarkirin. Her çi berxwedanek çêbibe, em dê bersiva pêwîst bidin.

      Em li ser lihevhatina Soçiyê ya ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê ku di lutkeya sêalî de me li hev kiribû, axivîn ku pêwîstiyên wê werin bicihanîn.

      Em li ser amadekariyên Kongreya Dîyaloga Niştîmanî ya Sûriyê axivîn. Ev kongre ji bo wan beşdaran e ku binyata Sûriyê û destûra wê nas bikin û hilbijartinên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de bipejirînin.

      Em li ser hevdîtinên Astana ya ku dawiya vê salê werin lidarxistin jî axivîn.

      'JI BER HEWILDANÊN WÎ ERDOGAN PÎROZ DIKIN'

      Dixwazim ji ber hewildanên wî yên şexsî pîroziyê li Erdogan bikim.

      'BIRYARA QUDSÊ REWŞA HERÊMÊ XERABTIR DIKE'

      Biryara Amerîkayê ya bo Qudsê rewşa herêmê xerabtir dike. Ev biryareke ku yekser dikare hevdîtinên aştiyê têk bibe ye.

      Brêz Erdogan derbarê Rêxistina Hevkariya Îslamî (IIT) ya ku du roj berê li Stenbolê civiya bû de min agahdar kir. Rûsya dê çavdêr beşdarî Civîna Serokê Îslamî li Stenbolê bibe. Di vê babetê de em dê nerînên xwe bînine ziman.

      PÛTÎN: LI BENDÊ ME DI ZÛTIRIN DEMÊ DE PEYMANA KREDIYÊ WERE ÎMZEKIRIN

      Di warê hevkariya leşkerî de, li bendê me ku di zûtirin demê de peymana krediyê were îmzekirin.

      Em di warê pêşxistina hevkariya leşkerî-teknîkî de perspektîveke girîng dibînin. Me di hevdîtina îro de, li ser mijara krediyê lihevkirineke nîhaî pêk anî. Hêvî dikim di demeke kurt de peyman dê bê girêdan.

      Em dê xebatên xwe di çarçoveya cîrantiyeke baş de, berdewam bikin.

    • 21:34

      ERDOGAN: HÊVÎDARIM EV SERDAN BIBE SEDEMA XÊRAN

      Sernavên daxuyaniyên Erdogan ji civîna rojnamevanî ya digel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn:

      'TÊKILIYÊN BI RÛSYAYÊ RE HER DIÇE BIHÊZTIR DIBIN'

      Her ku diçe têkiliyên Tirkiyê yên bi Rûsyayê re bihêztir dibin.

      Em bi serdanan û pêwendiyên telefonî hewil didin nêrînên hevbeş di navbera xwe de bipêş bixin.

      Ev hevsengiya siyasî bandorê li ser têkiliyên me yên beşerî û bazirganî jî. Di rêjeya bazirganî ya navbera her du welatan, di sala 2017an de sedî 10 zêde kiriye. Me mazûvaniya 4,5 milyon turîstên rûsî kir. Dê li sala 2018an hîn zêdetir bibin.

      Di nava mijarên ku me gotûbêjkirin de Qûds jî hebû. Biryara Amerîkayê li hemû dinyayê înfîal rakir. Vê biryarê tevî Misilmanan, xiristiyan û Cihûyên aqilê selîm şaş û matel kir. Di protestoyên dawiya hefteyê de leşkerên Îsraîlê 4 Filistînî şehîd kirin. Xezze bi balafiran hate bombebarankirin. Îsraîl di gurkirina agir de berdewam e. Îro me rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir. Derbarê gavên din de jî danûstendinên me çêbûn. Ji bo ku çareseriyeke mayînde em dê li Cenêvê piştgiriyê bikin.

      Ez hêvîdar im ku ev serdan ji welatên me re bi xêr bin.

      Hevalên me yên pêwendîdar di nava vê heftiyê de bi mijara S-400an jî bicivin û encamekê wergirin.

    • 21:01

      HEVDÎTINA PÛTÎN-ERDOGAN BI DAWÎ BÛ

      Civîna Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a li Koşka Serokomariya Tirkiyê ya li Enqereyê bi dawî bû. Hevdîtina her du serokan bi qasî saetekê dom kir.

      Hevdîtinên navbera şandeyên her du welatan berdewam dikin.

      Pûtîn û Erdogan seroktiya hevdîtina navbera heyetên her du welatan dikin.

    • 19:45

      HEVDÎTINA PÛTÎN-ERDOGAN DEST PÊ KIR

      Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Koşka Serkomariya Tirkiyê Beştepe ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

      Piştî ku Erdogan, Pûtîn li Koşka Serokomariyê pêşwazî kir, her du serokan li ber alên Rûsya û Tirkiyê wêne dan rojnamevanan.

      Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
      © REUTERS / Kayhan Özer

      Dê her du serok li ser babetên hevkariya dualî û mijarên herêmî rûbirû biaxivin.

      Dê Erdogan û Pûtîn piştî hevdîtinê û şîvê, civîneke rojnamevanî ya hevbeş li dar bixin.

       

    • 19:10

      BALAFIRA PÛTÎN DAKET BALAFIRGEHA ESENBOGA YA ENQERÊ

      Hevdîtina Pûtîn û Erdogan wê li Koşka Serokomariya Tirkiyeyê pêk were. Tê payîn ku Pûtîn ji balafirxaneyê derbasî Koşka Beştepeyê bibe.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de