14:43 22 Çile 2018
Zindî
    Sewqiyata leşkerî - leşkerê tirk - Leşkerên tirkiyeyê

    Li Şirnexê di kontrola rê de teqîn: Leşkerek hat kuştin

    © AP Photo/ Ibrahim Usta
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Akçaya bajarê Şirnexê di kontrola rê de mayîn teqiya, di teqînê de leşkerêkî artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da.

    Ambûlans - Ambulans - Tîmên Tenduristiyê - Hawarçûn - Birîndar - Pevçûn - Şer
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li herêma Akçay a bajarê Şirnexê mayîna ku berê hatibû çandin di dema kontrola rê ya hêzên ewlehî de teqiya. Di teqînê de leşkerekî artêşa tirk jiyana xwe j dest da.

    Leşkerên girêdayî Tuxaya Piyadeya Motorîze ya 6emÎn a Şirnexê berê sibehê li herêma Akçay a Şirnexê derketin kontrola rê. Di dema derbasbûna konvoya leşkerî de mayîna ku berê hatibû çandin teqiya.

    Leşkerê birîndar bi helîkopterê rakirin nexweşxaneya 23yemîn a Fermandariya Tûmena Sînor a Cendirmeyan, lê digel hemû mudaxeleyan leşker jiyana xwe ji dest da. Li gorî çavkaniyan piştî teqînê li herêmê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê teqîn: 4 Leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn
    Li Êlihê teqîn: 8 kes birîndar bûn
    Li Urmiyeyê 2 teqîn çêbûn
    Li Tupraşê teqîn: 4 kes mirin 2 jî birîndar
    Li Sêrtê teqîn pêk hat
    Etîketan:
    Li Şirnexê di teqînê de leşkerekî tirk hat kuştin, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de