12:16 25 Gulan 2018
    akkuyu-santrala nûkleer

    Akkuyu wê 13 hezar însan îstihdam bike

    © Foto: akkunpp.com
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Misteşarê Wezareta Enerjî û Kanayên Xwezayî Fatih Donmez di axaftina xwe de ragihand ku Akkuyu NGS înşaet wê nêzîkî 10 hezar însan îstihdam bike û piraniya van jî dê hemwelatiyê tirk bin.

    Misteşarê Wezareta Enerjî û Kanayên Xwezayî Fatih Donmez û Midûrê Giştî yê Rosatomê Aleksey Lihaçev li navçeya Gulnar a Mersînê li înşaeta Akkuyu NSGê lêkolîn kirin.

    Fatih Donmez piştî ku ji berpirsyaran derheqê projeyê de agahî wergirtin di axaftina xwe de got: "Herêm û derdora santrale wê xweş bibe û dê asta aramiya aborî jî zêde bibe. NGS di dema înşaetê de wê 10 hezar û û di dema kar de jî wê zêdetirî 3 hezar û 500 kesî îstihdam bike. Piraniya van jî dê hemwelatiyên tirk bin."

    Aleksey Lihaçev jî di axaftina xwe de got: "Di 2ê Berfenbarê xebatên kortala bingehîn a avahiya unîteya yekemîn qediya. Xebat ji aliyê şirketeke tirk ve tê kirin û tam di dîroka ku hatibû pêşniyarkirin de jî qediya. Li gorî pêşnirxandinan wê ji sedî 35-40ê xebata projeya Akkuyu NGSê ji aliyê şirketên tirk ve were çêkirin û bûhayê vê yê pere jî texmînî derdora 6-8 milyar dolar dike."

    Bi heman mijarî:

    Rosatom: Şirketên tirk, rûs û kendavê dixwazin tevlî sermayeya Akkuyu NGSê bibin
    Novak: Dibe ku Akkuyu heta sala 2023an temam bibe
    Rosatom: Hetanî dawiya salê dibe em lisansa înşaeta Akkuyuyê wergirin
    Dibe ku destûra sînorkirî ya avakirina Santrala Akkuyuyê havînê derkeve
    Rosatomê ji bo unîteya pêşî ya santrala Akkuyuyê dîrok da
    Etîketan:
    Santrala Akkuyuyê, Midûrê Giştî yê Rosatomê, Misteşarê Wezareta Enerjî û Kanayên Xwezayî, Aleksey Lihaçev, Fatih Donmez, Mersîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de