16:27 20 Sibat 2018
Zindî
    HDP

    'Divê CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din tifaqekê çêbike'

    © AFP 2018/ OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Seroka Giştî ya EMEPê Selma Gurkan diyar kir ku divê li ser siyaseteke, ku CHP, HDP û partiyên sosyalist ên din ji bo tifaqekê bifikirin û hevkariyê bikin. Gurkan herwisa got, ji ber ku HDK veguherî platforma civakî ya HDPê, em jê veqetiyan.

    Seroka Giştî ya EMEPê Selma Gurkan ji malpera Gazete Duvarê bi İrfan Aktan re axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser tifaq û hêzeke partiyên çepgir.

    Gurkan anî ziman ku divê bi hevkariya CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din û bi piştgiriya sendika û rêxistinên kedê li ser tifaqekê were mijûl bin û got, "Ez bawer nakim bernameya Partiya IYI li gorî tifaqeke wisa be."

    Seroka EMEPê herwisa behsa pêvajoya cudabûna partiya wan ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDPê jî ragihand ku HDK ji ber ku bû platforma civakî ya HDPê, em jê cuda bû û ev tişt gotin: "HDK wekî pêdiviyekê derketibû holê lê konjonktura siyasî ya wê deme cuda bû. Lê piştî ku HDP wekî perçeyekî pêvajoya çareseriyê di warê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî veguhereî partiyeke siyasî û HDK jî bû platforma wÊ ya civakî, em jê veqetiyan. Me HDP û HDK wekî platformeke hevpar a têkoşînê dîtibû lê geşedan û nîqaş bi wî aliyê ve neçû."

    Bi heman mijarî:

    HDP li Wanê ji bo jinan mîtingekê li dar dixe
    HDP: Tu kes mecbur nîn e ku bedêla sûc û tawanên AKPê bikşîne
    HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin
    'Bila welatiyên di nava HDP û PKKê de xwe radestî Artêşa Tirk bikin'
    Hevserokên HDP û BDPê yên şaxa bajarê Erdexanê hatin binçavkirin
    HDPê derbarê Qudsê de daxuyaniyek da
    HDPê ji bo Demirtaş banga şopandina dozê kir
    Derbarê 19 parlamenterên HDPê de fezleke hat amadekirin
    Etîketan:
    hevkarî, tifaq, CHP, HDP, Seroka Giştî ya EMEKê, Selma Gurkan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de