23:56 22 Sibat 2018
Zindî
    Ala Îsraîlê

    Polîsên Tirk nehîşt xwepêşandêr ala Îsraîlê bişewitînin

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komeke ji endamên Partiya Azadî û Demokrasiyê (ODP) li pêş Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê xwepêşandan li dar xist û di dema xwepêşandanê de xwestin alaya Îsraîlê bişewitînin. Lê polîsan destûr neda vê yekê û ji xwepêşandêran re got, "Nabe hûn ala Îsraîlê bişewitînin."

    Li gorî agahiyên rojnameya Birgunê komeke ji endamên Partiya Azadî û Demokrasiyê (ODP) îro ji ber biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo îlankirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê li pêş Balyozxaneya Amerîka ya li Enqereyê xwepêşandanek li dar xist.

    Hat ragihandin ku endamên ODPyî di dema xwepêşandanê xwe xwestin ala Îsraîlê bişewitînin lê polîsên Tirk li dijî vê yeke derketin û got, "Nabe hûn ala Îsraîlê bişewitînin." Hat diyarkirin ku polîsan ji ber vê yeke êrîşê komê kiriye.

    Tê zanîn ku beriya du rojan Serokê Amerîkayê Donald Trump bi biryarekê Quds wekî paytexta Îsraîlê qebûl kiribû û li ser vê biryarê îro li gelek deverên Tirkiyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    'Tirkiye ditirse ku di nav planên Îsraîlê de avakirina dewleta Kurdî hebe'
    Polêsên Îsraîlê mudaxeleyî xwepêşandêran kir: 108 kes birîndar bûn
    Googleê bi ya Trump kir: Qûds weke paytexta Îsraîlê nîşan da
    Filistîniyan bi leşkerên Îsraîlê re şer kir
    Serokê Hemasê li dijî Îsraîlê banga întîfadayê kir
    Etîketan:
    ala Îsraîlê, Partiya Azadî û Demokrasiyê (ODP), Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de