05:20 12 Kanûn 2017
Zindî
    Rıza Sarraf

    Parlamenterê tirk: Yên ku bertîl ji Sarraf standine bila malê wan were desteserkirin

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê MHPê yê Meraşê Fahrettin Ozgur Toz ragihand ku yên ji Sarraf bertil standine bila malê wan werin darizandin û dewlet dest deyne ser malên wan.

    Li gorî nûçeya Veli Toprakê rojnameya Sozcuyê, MHPê îdîaya Riza Sarraf ku li Amerîkayê li dadgehê gotibû 45-50 milyon euro bertîl daye Zafer Çaglayan bire rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.

    Parlamenterê MHPê yê Meraşê Fahrettin Ozgur Toz di daxuyaniya xwe de got: "Biryara destdayîna malê Riza Sarraf biryareke rast e û divê hikûmet li Tirkiyeyê ji bo darizandina bertilxweran rê veke. Divê kêlîk berî berî kêliyekê yên ku bertil xwarine werin darizandin."

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bo wezîrên berê ku bertîl ji Riza Sarraf wergitibûn daxwaz kiribû ku Komîsyoneke Lêpirsîn a Meclisê vebe ji bo Dîwana Bilind werin darizandin.

    Bi heman mijarî:

    Riza Sarraf mikur hat ku li Tirkiyê ji bo ji girtîgehê derkeve bertîl daye
    Riza Sarraf: Me ti tiştek bêyî agahiya Zafer Çaglayan nekiriye
    Riza Sarraf: Ez ê hevkariyê bi hikûmeta Amerîkiya re bikim û careke din sûcekî nekim
    Riza Sarraf îro derdikeve pêşberî dadger
    Bozdag, di serdana xwe ya Amerîkayê de daxwaza serbestberdana Riza Sarraf kiriye
    Etîketan:
    Bila yên ku bertîl ji Sarraf girtine werin darizandin, Riza Sarraf, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de