16:14 20 Hezîran 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: Eger cesareta te hebe derkeve pêşberî min

© Foto : CHP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de ragihand ku em natirsin û bere paş jî ling navînin. Eger şer be şer, em ê hetanî dawiyê li pey herin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Londrayê di axaftina xwe de got: "Em natirsin û bere paş jî ling navînin. Eger şer be şer û em ê hetanî dawiyê li pey herin. Bi qasî serê derziyê jî em ê tawîzê nedin."

Li gorî nûçeya Ayşe Sayina rojnameya cumhuriyete, Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de got: "Em bere paş ling navînin. Tirkiye ji bo demokrasiyê bedelên giran da. Xort û ciwanên me hatin îdamkirin. Bila gumana ti kesî tunebe, em bere paş ling navînin. Em ê meşa xwe ya ser zilm û zordar bidomînin."

Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez te ji bîr nakim. Diçe giliyê min li ber dozgeran dike. Eger cesareta te hebe derkeve pêşberî min û nîqaşan bikin. Lê ne wêre derkeve pêşberî min, hêviya xwe bi dozgeran re girêdaye. Hetanî dengê min derkeve ez ê ji bo demokrasiye bêdeng nemînim. Em siyasetê ne ji bo ku dewlemend bibin, ji bo heq, hiqûq û edaletê dikin. siyaseta me ne ji bo haramîtiyê ye û em ê vî welatî ji haramiyan paqij bikin."

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu eşkere kir bê belgeyên li ser Erdoganî ji kê stendine
Xwediyê Bellway bo Kiliçdaroglu serî li dozgeriyê da: Sir ên me yên bazirganî eşkere kirin
Kiliçdaroglu: "Hinek belgeyên din ê malbata Erdogan di destê min de hene
Kiliçdaroglu: Em ê bê şert piştgiriyê bidin daşikandina bendava hilbijartinan
Ji Kiliçdaroglu pêşniyara bo referandûma serxwebûnê
Etîketan:
AKP, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de