00:42 13 Kanûn 2017
Zindî
    Amed- ji Amedê wêneyên 4 demsalan

    Li bajarên kurdan rêya bi sedan gundan hate girtin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê kurdan yên li Tirkiyê ji ber barîna berfê, rêyên 845 gundan hatine girtin. Herwiha li Bedlîs, Wan, Agirî û Sêrtê jî ji ber barîna berfê dibistan ji bo rojekê hatin girtin.

    Li Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê bajarên ji ber berf û pûkê rêyên 845 gundan hatin girtin. Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê, li seranserê bajêr rêyên 593 herêman girtîne. Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku ekîbên rêvekirin û paqijkirina berfê yên şaredariyê dest bi xebatan kirine. Herwiha hat ragihandin ku rêya Miks, Elbak, Şaxê, Qelqelî, Sêrê navçeyên Wanê, gundên ser herêma Payîzava û Guzelsuyê ji ber berfê hatine girtin.

    Li gor agahiya ku ji rayedarên Midûriyeta Herêma 11emîn a rêyên bejî hat sitendin rêya di navbera Wan û Miksê de doh di saet 09.00an de ji çûnûhatinê re hatiye girtin. Li herêmê ji ber berf û pûkê rê girtîne. Hat ragihandin ku piştî sekna berfê dê ekîbên rêvekirinê li herêmê dest bi xebatan bikin.

    Li gor daneyên Midûriyeta Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa ewrawî ye û dibe ku berf bibare.

     

    Bi heman mijarî:

    Pîleya germê dikeve, li Stenbolê berf dibare
    Di meha Gulanê de berf barî
    Li Qersê berf barî
    Li Stenbolê operasyonên berfireh: Rêyên çûnûhatinên derdora bajêr hatin girtin
    Bajarên kurdan di bin berfê de ne: Bi 100an rêyên gundan hatin girtin
    HSDê ji bo koçberan rêyên ewlehiyê vekir
    Etîketan:
    pûk, berf, , Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de