17:31 18 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya HDP

    HDPê derbarê Qudsê de daxuyaniyek da

    © Foto: Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê biryara serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku Qudsê weke payrexta Îsraîlê qebûlkir daxuyaniyek belav kir.

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê biryara serokê Amerîkayê Trump ya ku Qudsê weke payrexta Îsraîlê qebûlkir daxuyaniyek belav kir. HDPê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku, "Trump bi vê biryarê dike ku şerekî herêmî bide destpêkirin."

    Daxuyanî wiha ye:

    "Em weke HDP biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku Qudsê weke paytexta Îsraîlê qebûl dike bi talûke û provakatîf dibînin. Ev biryar dê hewldanên aştiyê yên di navbera Îrsraîl û Filîstînê de jî bi temamî têk bibe.

    Ev biryar li dijî hiqûqa navnetewî û biryarê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê, ji ber bandora xwe ya neyînî û dema xwe ve, derveyî rakêşiyan bi tenê nikare be nirxandin. Bi mijarên din ên ku niha rû didin re dikare ji şerekî mezin re zemînê peyda bike.

    Em bang dikin ku serokê Amerîkayê Donald Trump ji vê biryara xwe ya nîgeran paş de vegere û herwiha em bang li Neteweyê Yekbûyî (NY) jî dikin ku li hemberî vê yekê helwesteke kartêker nîşan bide. Quds û xaka Rojhilata Navîn gelek pêkhate, gel, çand, bawerî û zimanan dihewîne. Hemû pêşniyariyên çareseriyê yên dîrokî, siyasî û civakî bi awayekî aştiyane û mantelîteyeke lihevkirî têne kirin"

     

     

    Bi heman mijarî:

    Welatekî Ewopayê jî Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir
    Piştî Amerîkayê 2 welatên din jî Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kirin
    ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
    Trump li Qudsê çû ber dîwarê pîroz
    Etîketan:
    bangewazî, daxuyanî, HDP, Trump, Quds
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de