17:27 18 Kanûn 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Derbarê fotokêşê Zelandaya Nû lêpirsîna PKKê hat vekirin

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12

    Fotokêşê Zelandaya Nû bi cîranê xwe re pev çû. Ji ber fotografên PKKê yên di kompitera wî de hate binçavkirin.

    Fotokêşê Zelandaya Nû Martyn Blundell Aim ji ber ku bi cîranê xwe re pev çû polêsan ew bire Midûriyeta Polêsan a Karakoyê  ya Stenbolê. Li navenda polêsan li kompitera Aim jî geriyan. Dema lêgerînê di kompîterê de fotografên endamên PKKê ku di sala 2014an dema ku Aim bi nivîskarekî Italyanî re çûbû kampên PKKê û li wir kişandibûn hatine dîtin.

    Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê ku li Tirkiyeyê weşanê dike parêzerên Aimî li Midûriyeta Polêsan bi muewkîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran diyar kirin ku derbarê rewşê de polêsan qonsulxana agahdar kiriye lê tu rayedar nehatine, wergêr jî wergêreke bi rêk û pêk nekiriye.

    Ji hêla din ve pêrezaran da zanîn ku polêsan derbarê mijarê dê lêpirsîna Aimî kirine û hindek belgeyên ku ew nizane bê çi ne pê dane îmzekirin. Herwiha ji Aimî pirsên weke ‘Gelo PKK rêxistineke terorî ye yan na?', ‘Tu têkiliya te PKKê re heye?', ‘Te ji kî talimat stendin?' hatine pirsîn. Lêpirsîn didome.

    Bi heman mijarî:

    Derbarê serokê CHPê de lêpirsîn hat destpêkirin
    Derbarê 6 parlementerên HDPê de lêpirsîn hate destpêkirin
    Amerîka hişyarî da Erebistana Siûdî: Bila lêpirsîn şefaf û adilane be
    Derbarê 946 mamosteyên ‘aştîxwaz' lêpirsîn hate destpêkirin
    Etîketan:
    Lêpirsin, Maryn Blundell Aim, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de