17:31 18 Kanûn 2017
Zindî
    selahattin demirtaş

    Dozgeriyê xwest ku Demirtaş neyê berdan

    © Sputnik/ Alexey Kudenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Dadgeha Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaşî ku ev ji salekê zêdetire girtiye destpêkir. Demirtaş ji ber ku dê îfadeya wî bi pergala SEGBISê were girtin neanîna dadgehê. Dozgeriyê xwest ku Demirtaş neyê berdan û girtî bimîne.

    Rûniştina ewil ya dadgeha Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş li kampûsa girtîgeha Sincan a Enqerê li Dadgeha Cezayê Giran a 19. a Enqerê destpê kir. Li derdora salonê bergiriyên ewlehiyê hatin pêkanîn.

    Li gor nûçeya Mesut Hasan Benli yê rojnamegerê Huriyetê, Demirtaş ji ber ku xwestine îfadeya wî bi SEGBISê were girtin derneketiye dadgehê.

    Demirtaş vê sibê daxwaznameyek ji dadgehê re şandibû gotibû ew dixwaze beşdarî rûniştina dadgehê bibe.

    Dozgeriyê ji Dadgehê xwest ku Demirtaş neyê berdan.

    Bi heman mijarî:

    Doza Demirtaş dest pê dike
    Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryara derbarê Demirtaş de da
    Demirtaş piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê
    Kompîtura ku parêznameya Demirtaş tê de bû hate dizîn
    HDPê ji bo Demirtaş banga şopandina dozê kir
    Demirtaş bo partiya xwe peyam şand: Biryara derbarê min de bidin
    Etîketan:
    ceza, daxwazname, girtî, Huriyet, Selahatin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de