20:11 14 Kanûn 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş daxwaznameyeke 12 rûpelî şand dadgehê: Dixwazim beşdarî dadgehê bibim

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş daxwaznmeyeke 12 rûpelî şandiye ji dadgeha kû dê îro cara ewilê tê de were darizandin û destnîşan kir ku ew dixwaze beşdarî rûniştinên dadgehê bibe.

    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş
    © AFP 2017/ STRINGER
    Navenda Partiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku Hevserokê wan Selahatin Demirtaş daxwaznameyeke 12 rûpelî şandiye ji dadgeha ku dê îro cara ewil lê were darizandin û xwestiye ku ew şexsî beşdarî rûniştinên dadgehê bibe.
    Demirtaş ê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de ji 4ê Mijdara 2016an ve girtiye di dawiya daxwaznameya xwe de ji dadgehê ev daxwaz kirin:

    • Di mijara SEGBISê de ez dixwazim ne CMK 196%4 na, lê madeya 6. Ya Peymana Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewropayê esas were girtin û li gor vê yasayê biryara ku bê bingeh hatiye wergirtin ku bi rêya SEGBISê beşdarî dadgehê bibim were rakirin û ez li dadgehê amade bim,
    • Dixwazim ji bo bi sedan parêzerên ku parastina min girtine ser xwe cih were veqetandin.
    • Dixwazim ji bo bi sedan kesên ku ji malbat, derdora min a civakî, çapemenî, lijneyên ji welêt û derveyî welêt, Navenda Giştî ya HDPê û şaxên bajar û navçeyan werin temaşekirina dadgehê dixwaz im cih were veqetandin.Dixwazim di dadgehê de tevî parêzerên xwe di nav nêzîkatiyeke fizîkî de bim û li vê gorê salon were amade kirin.
    • Di dadgehê de ji ber ku ez ê bi kompîtur, projeksiyon û alavên wisa yên dîmenî û dengî parastina xwe bikim, dixwazim salon bi van derfêtên teknîk were amade kirin.Ji ber ku ez ê bi dosyeyên ku bi hezaran belgenameyan dihewînin parastina xwe bikim, dixwazim masyeke têra xwe mezin li ber min were danîn.

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryara derbarê Demirtaş de da
    Demirtaş piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê
    Kompîtura ku parêznameya Demirtaş tê de bû hate dizîn
    HDPê ji bo Demirtaş banga şopandina dozê kir
    Demirtaş bo partiya xwe peyam şand: Biryara derbarê min de bidin
    Tirkiye ji bo Demirtaş û parlementerên girtî ji AIHMê re parêznamê şand
    Etîketan:
    parêzer, daxwazname, dadgeh, Selahatin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de