17:34 18 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Ey Trump tu dixwazî çi bikî?

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan li dijî Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku Quds wekî paytexta Îsraîlê nas kiribû, nerazîbûn nîşan da û ji bo wî got, "Nayê famkirin ku ew dixwaze xwe li ber dilê kê şêrîn bike. Ey Trump, tu dixwazî çi bikî?"

    Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayip Erdogan beriya serdana xwe ya Yunanistanê li balafirgeha Esenboga ya Enqereyê daxuyaniyek da û ev tişt gotin:

    "Gaveke wisa cîhanê û bi taybetî vê herêmê diavêje nava agir. Ey Trump, tu dixwazî çi bikî? Ev nêzîkatiyeke çawa ye? Serokên siyasî, ne ji bo tevlihevkirinê, ji bo aşitiyê hene. Amerîkayê biryara sala 1980an a Neteweyên Yekbûyî tune hesibandiye. Nayê fêmkirin ku Trump dixwaze xwe li ber dilê kê şêrîn bike. Ev daxuyaniyên birêz Trump bi kêrî tevlihevkirinê tê, ne bi kêrî aşitiyê. "

    Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser, ku ew dê him bi Papa re him jî bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinê bike û got, ez ê bi welatên Rojavayî re jî bipeyivim.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Yekîtiya Ewropa ji daxuyaniya Trump gelekî bi fikar e’
    Trump Qûds wek paytexta Îsraîlê nas kir: Biryareke derengmayî bû
    Dê Trump îro biryara bo Qûdsê ragihîne
    Trump serokê Filîstînê pê haydar kir ku paytexta Îsraîlê ji Telavîvê bibin Qûdsê
    Macron û Trump li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li hev kirin
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayip Erdogan, Donald Trump, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de