07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Doza Demirtaş dest pê dike

    © AFP 2017/ STRINGER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro yekemîn rûniştina doza Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku girtiye li Dadgeha Cezaya Giran a 19emîn a Enqereyê dest pê dike.

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş 4ê Mijdara sala borî bi tohmeta ‘rêvebiriya rêxistinê' hatibû girtin. Îro yekemîn rûniştina doza sereke ku Demirtaş jê girtiye li Enqereyê dest pê dike. Ji bo parastina Demirtaş ji seranserê Tirkiyeyê zêdetirî hezar û 200 parêzer tevlî dozê dibin.

    Rûniştina doza Demirtaş ji Edliyeya Enqere birin Kampusa Girtîgeha Sincanê.

    DOZ LI AMEDÊ HAT VEKIRIN

    Doza ku Selahattin Demirtaş jê girtiye ji aliyê serdozgeriya Amedê ve hatibû vekirin û paşî ji ber sedemên ewlehî doz veguhestin Dadgeha Cezeya Giran a 19emîn a Enqereyê. Ji Demirtaş re bi tohmeta ‘avakirina rêxistinê', ‘rêvebirî û propagandeya rêxistinê' û ‘pesindayîna sûc û sûcdar' 142 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryara derbarê Demirtaş de da
    Demirtaş piştî 13 mehan derdikeve pêşberî dadgehê
    Kompîtura ku parêznameya Demirtaş tê de bû hate dizîn
    Demirtaş bo partiya xwe peyam şand: Biryara derbarê min de bidin
    Tirkiye ji bo Demirtaş û parlementerên girtî ji AIHMê re parêznamê şand
    Etîketan:
    Hevserokê HDPê, Selahattin Demirtaş, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de