22:32 17 Kanûn 2017
Zindî
    Dêra Surp Sarkîs a Amedê bi rûxandinê re rû bi rû ye

    Li Amedê dengê zengilê dêran qut dibe: Ji 36 dêran yek çalak ma

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Li Amed a derguşa şaristanîyan çandên cuda roj bi roj winda dibe û ji 36 dêrên dîrokî tenê yek vekirî maye. Ew jî Dêra Suryanan a Meryem Ana ye. Piraniya dêran an ji şer an jî ji bêxwediyî xirabune. Herwiha gelek ji wan jî hatine veguhestin û weke qadên cuda tên bikaranîn.

    Bajarê Amedê bi pirçandî, pirzimanî, pirolî ya xwe herdem balkişandîye. Kurd, ermen û suryan bi hezar salan bi hevre jîyane û cîrantîya hev kirine. Navçeya Sûrê ji dîrokê ve navende Amedê bû. Hemû şaristanî li vir bi cîh bune û jiyane. Ev çand di nava kolanên Sûrê bala mirov dikşîne. Ji dirokê vir ve buyerên ku qewimîne dawîya van çandan anîye û hejmara gelên cuda her roj diçe kêm dibe. Ev kêmasî ji qadên olî jî xwe nîşan dide. Li gorî gotinê, li Sûrê û derdora wê bi tevahî 36 dêr hebun. Tê gotin ku heger lêkolinek berfireh were kiirn dê ev hejmar bigihêje nêzi 50an. Lê piştî şerê li Sûrê niha ji van 13 dêran ya ku dixebite tenê yek maye û ew jî Dêra Meryem Ana ya suryanane.

    Dêra Suryanan a Meryem Ana ye
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Dêra Suryanan a Meryem Ana ye

    DÊREN DİROKÎ VEGUHESTIN QADÊN CUDA

    Di xebatên ku di sala 2009an de destpêkir DE 11 dêr û sînagogek hat tespit kirin. Ji dêrên ku hatin tespît kirin 6 ji wan weke dibistan û qadên cuda dihatin bikaranîn. Dêra Saint George ya ku sedsala 4mîn de hat avakirin, ji aliyê Wezareta Çandê ve hat restorekirin û niha weke galerîya hunerê tê bikaranîn. Dibistana Suleyman Nazif ya ku li Sûrê ye berê dêr bu û piştre weke dibistinê hat bikaranîn. Di dema şerê Sûrê û xirakirina avahîyan hat xirakirin. Dêra Alipinar a Suryanên Ortodoks niha buye xirbe. Heger neyê restore kirin wê tevahî winda bibe. Dêra Ermenên Katolîk ji aliyê Midurîyeta Weqfan hat restore kirin û weke Navenda Jiyana Zarok û Jinê hat bikaranîn. Piştî şerê Sûrê zirarek mezin dît û ji ber qedexeyê rewşa wê ne dîyare. Dêra Suryanên Katolîk a li Sûrê veguharandin dibistanê û di şer de zirarek mezin dît. Dêra Ermenên Protestan niha weke atolyeya xaliçeyan tê bikaranîn.

    DÊRA HERİ MAZIN A ROJHILATA NAVİN ZIRAREK MEZIN DİT

    Dêra herî mezin a Rojhilata Navîn a Dêra Ermanan Surp Giragos ya li Sûrê di sala 2008an de dest bi restorasyona wê hat kirin û 3 sal şunde xilas bû. Piştre ji ayîn, cejn û pîrozbahîyan re hat vekirin. Lê ev dêr jî di dema şerê Sûrê zirarek mezin dît. Dêra Surp Giragos li kolana ku hêj ketina wan qedexeye, ye. Di dema şer û pevçûnên li navçeya Sûrê de dîwarê wê xira bibûn û hinek alavên wê winda bibûn. Di rojên nêzde carek din rastî êrişê hat. Di êrişê de horanên (qada olî) dêrê bi çakuçan hat xirakirin û nexşên dêrê hatine rakirin.

    Keşeyê Dêra Meryem Ana Yusuf Akbulut
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Keşeyê Dêra Meryem Ana Yusuf Akbulut

    DÊRA ÇALAK YA DAWÎ

    Herwiha li Amedê dengê zengilê dêrê yek bi yek tune dibe. Niha dêra ku dixebite tenê Dêra Meryem Ana a Suryanan ne. Keşeyê Dêra Meryem Ana Yusuf Akbulut di sala 1993an vir ve li dêrê dimîne. Akbulut dibêje ku Dêra Meryem Ana di dîrokê de bê navber xebitîye. Akbulut wiha berdewam kir "Li dêra me ayîn bê navber dewam kirîye. Xwezî hemu dêr wiha buna. Lê mixabin wiha nebu û tenê ev maye. Xwezî tu şer tune buna û li hemu cihanê aşitî hebuna. Di dema şerê Sûrê de demek kin me girt lê piştre me dîsa vekir û dewam kir. Heftê sê caran ayîn hene. Li gorî berê hejmara tûrîstan gelek kêm bûye. Êdi zêde kes nayê. Bi salane ez li virim û ciranên me gelek ji me hezdikin û di navbera me de tu pirsgirêk çênebûye. Niha li Amedê tenê 50-60 suryan mane, yê di hemûyan koç kirin."

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê xerakirina avahîyan dest pê kir
    Dest bi xirakirina avahiyên Sûrê kirin
    Niştecihên Sûrê bê av û bê elektrîk in
    Niştecihên Sûrê bê av û bê ceyran man
    Ji bo Sûrê kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin
    Etîketan:
    dêr, Sputnik, Yusuf Akbulut, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de