10:33 24 Hezîran 2018
HDP- Filiz Buluttekin

HDPê ji bo Demirtaş banga şopandina dozê kir

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 10

Hevserokên HDP Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û Serokwekilê Koma HDPê Îdris Baluken vê hefteyê de ji doza ku girtî ne yekem care derdikevin pêşperî dadgehê. HDPê banga şopandina dozên HDPyîyan kir.

Di 6ê mijdarê de Hevseroka berê ya HDPê Figen Yuksekdag li Enqerê, di heman dirokê de Serokwekilê Koma HDPê Îdris Baluken li Amedê û di 7ê Kanûnê de Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li Enqerê dê ji doza xwe ya ku girtî ne de yekem car derkeve pêşberî dadgehê. Ji bo darizandina HDPyîyan li bajarên kurdan ji bo tevlîbuna dozê amadekarî tên kirin. Serokatîya HDPê ya Bajarê Amedê têkildarî mijarê de civîna çapemeniyê li darxist.

‘ÇARESERÎ BI RÊBAZÊN AŞTIYANE PÊKAN E'

Hevseroka HDPê ya bajarê Amedê Filiz Buluttekin di civinê de axivî û diyarkir ku 9 parlamenter, 68 şaredar, bi sedan endamên meclisên şaredarîyan û bi hezaran sîysetmedarên kurd girtî ne û wiha berdewam kir: "Pêwistîya civaka Tirkiyê, pirsgirêkên ku hene ne bi rêbazên faşîzan were çareserkirine. Çareserkirina bi rêbazên aştiyane û vekirina pêşiya sîyaseta demokratîke."

BANGA ŞOPANDINA DOZÊN HDPîyan

Buluttekin ragihand ku dê ji bo şopandina dozên HDPyiyên girtî li dadgehan bin û wiha axivî: "Li hemu bajarên ji bo şopandina dadgehê amadekarî hene. Em jî ji bo şopandina doza amade ne û em ê li edlîyayan bicivin. Yên tên darizandin ne tenê hevalên me ne, îrdeya gelê kurd tê darizandin. Ji bo wê jî em ji bo şopandina dadgehê bang li hemu saziyên sivîl û gele xwe dikin."

Bi heman mijarî:

Derbarê 6 parlementerên HDPê de lêpirsîn hate destpêkirin
HDPê bersiv da gotinên Erdogan ku gotibû terorîst 15 zarok tînin
Doza Parlamenterê HDPê hat taloq kirin
Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza parlamentera HDPê red kir
Ji bo parlamentera HDPê biryara tehliyekirinê hat dayîn
Etîketan:
şopandin, bang, HDP, Sputnik, Filiz Buluttekin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de