05:02 23 Çile 2018
Zindî
    Selahattin demirtaş

    HDPê biryara xwe ji bo Demirtaşî da

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku ji ber piraniya endamên Civîna Bilind a Encûmenê û Encûmena Partiyê yên HDPê girtî ne, HDDPê dê meha Sibatê Kongreya xwe ya Asayî ya sêyem li dar xîne û dê Hevserokê xwe yê girtî Selahattin Demirtaş careke din bike namzet.

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
    © AFP 2018/ ADEM ALTAN
    HDP di civîna Meclisa Partiyê xwe ya 30ê Mijdarê de li dar xist û hat ragihandin ku rewşa hevserok Demirtaş nehatiye nîqaşkirin û tiştekî wiha nebûye mijara nîqaşên û ew nûçeyên ku hatine belavkirin ku li ser zimanê wî hatine belavkirin ku gotiye "hûn biryara xwe derbarê min de bidin" jî nebûne mijara nîqaşê.

    Li gorî agahiyên ku medyayê Tirkiyeyê wji çavkaniyên HDPê girtine, Hevserokê HDPê Demirtaşî peyamek ji civîna Meclisa Partiyê re şandiye û xwestiye ku ji ber du dewran li ser hev hevserokatî kiriye, rêznameya partiyê di konreya ku dê were lidarxistin de neyê guhertin. Piştî nirxandina Meclisa Partiyê, hatiye diyarkirin ku ji ber di vê kongreyê de dê bi awayekî asayî were hilbijartin û di kongreya din de jî dê bi awayekî derasayî were hilbijartin, ji aliyê rêznameyê ve ti kêşe tine ku cara 3yêm bibe namzet.

    ENDAMÊN NÛ JI MECLISA PARTÎ Û ECNÛMENA BILIND RE WERIN HILBIJARTIN

    Herwiha di civîna 30 Mijdarê de biryar hatibû dan ku ji bo hilbijartina endamên Meclisa Partiyê û Civîna Bilind a Encûmenê yên ku niha girtî ne, di şûna wan de hinekî nû werin hilbijartin daku birêveberiyeke xurttir were damezirandin.

    Ji aliyê din ve, dicivînê de hat diyarkirin ku namzetiya hevserokatiya Demirtaşî nehatiye nîqaşkirin û hatiye teqezkirin ku bênîqaş dê wek namzetê hevserokatiya bimîne.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş bersiv da pirsa gelo hûn ê çi wext bên berdan?
    "Ey Erdogan rabe ji Demirtaş lêborîne bixwaze û di şer de îsrar neke"
    Demirtaş: Tevahiya Tirkiyê ne Erdogan û Bahçelî ye, em jî hene
    Demirtaş banga beşdariya ‘Kongreya Edaletê’ ya CHPê kir
    Avakarê AKPeyî: Ji bo ku Demirtaş û Yuksekdag daxwaza edaletê dikin, ma ez dev jê berdim
    ‘Kes darizandina Demirtaş naxwaze bike'
    Daxwaza Demirtaş nehat qebûlkirin
    Demirtaş nêrîna xwe ya bo referandûma serxwebûnê eşkere kir
    Etîketan:
    HDP, Selahattin Demirtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de