03:12 26 Gulan 2018
Ahmet Davutoglu

Ji Davutoglu daxuyaniya Zarrab: Kê gendelî kiribe divê hisabê wê bide

© REUTERS/ Ümik Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Parlamenterê Konyayê Ahmet Davutoglu li Îzmîrê di axaftineke xwe de ji bo doza Reza Zarrab got: "Kê gendelî kiribe divê hisabê wê bide."

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û Parlamenterê Konyayê Ahmet Davutoglu li Îzmîrê di axaftina xwe ya ji bo doza Reza Zarrab de got: "Ji bo belgeyên New Yorkê ku pêşkêşî dadgehê kirin, pêwendiya wan bi mijara 17-25ê Berfenbarê re heye ti hikmê wan tuneye. Eger Tirkiye tiştekî şaş jî kiribe cihê hisabdayînê ne New York, dadgehên Enqereyê ne."

Ahmet Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di têkilîdayîna welatên derve de Tirkiye xwedî biryar e. Em rêzê ji hiqûqa navneteweyî re digrin, lê em nikarin tevlî ambargoya Amerîkayê ya yekalî bibin û nabin jî. Wê rojê jî me got û em îro jî vê dibêjin. Kê gendelî kiribe, kê bertil stendibe û derketibe derveyê qanûnê divê hisabê vê bide."

 

 

Bi heman mijarî:

Çima Davutoglu tevlî civîna Erdogan a parlamenteran nebû?
Wezîfeya serokwezîrê berê ya Ahmet Davutoglu diyar bû
Fethullah Gulen: Gul û Davutoglu hatin serdana min
Arinç û Davutoglu tevlî bernameya fitarê ya Binali Yildirim nebûn
Ahmet Hakan: Hindik ma Gul û Davutoglu mexdûr bibin
Rojnameya Tirk şewirmendê Davutoglu wek şikbarê cinayeta Hirand Dînk nîşan da
Etîketan:
Doza Reza Zarrab, Ahmet Davutoglu, Amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de