13:07 24 Gulan 2018
    AB- Türkiye

    Ji bo vîzeyê gavek nû: Belge amade ye, eger Erdogan qebûl bike dê were pêşkêşkirin

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Enqereyê ji bo serbestiya vîzeyê biryar da ku bi Yekîtiya Ewropayê re pêvajoyê bilez bike. 7 krîterên ku ji bo serbestiya vîzeyê werin avêtin hatin diyarkirin.

    Gavên ku werin avêtin di civînê de ji aliyê Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelik, Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul û Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu ve hat eşkerekirin.

    Li gorî nûçeya NTV, wezîran ji bo belgeya ku pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê bikin li hev kirin û krîtera herî zahmet jî guherandina qanûna tekoşîna dijterorê ye. Di krîterên din ê lihevkirinê de ji xeyrî pasaporta biyometrîk, hevkariya rêxistina polîs a Yekîtiya Ewropayê (Europol) jî heye.

    Wê belgeyê pêşkêşî Serokomar Recep Tayyip Erdogan bikin. Eger Erdogan belgeya ku 4 wezîran li ser lihevkiriye erê bike, Çavuşoglu wê belgeyê 12ê Berfenbarê pêşkêşî civîna Wezîrên Derve ya Yekîtiya Ewropayê bike.

    Bi heman mijarî:

    YE ji bo koçberên kurd yên rojava di zanîngehên Kurdistanê de kursiyên xwendinê vedike
    ‘Êdi hemû tişt eşkere ye û hemû kes dizane ji bo Zerrab nota dane'
    Tillerson: Îran li Sûriye û Iraqê xwediyê roleke xerabkirinê ye
    YPG: Hevkariya Îran û Tirkiyeyê li dijî YPG û YPJê ye
    Serokomarê Iraqê li Kurdistanê ye: Rewş ber başiyê ve diçe
    Etîketan:
    Yekîtiya Ewropayê, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de