12:09 25 Gulan 2018
    Selahatin Demirtaş

    Demirtaş bo partiya xwe peyam şand: Biryara derbarê min de bidin

    © AFP 2018 / JOHN THYS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî biryara doh ya ku HDPê girt û dîroka kongreya xwe ya 3. diyar kir ku dê di serê sala 2018an de pêk were, Hevserokê HDPê yê girtî Selahatin Demirtaş ji partiya xwe re peyam şand û got: "Biryara derbarê min de bidin."

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Meclisa Partiyê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) doh dawî li nîqaşên li ser kongreya sêyemîn anî û biryar da ku kongreya sêyemîn di wextê xwe yê asayî de pêk were. Kongreya sêyemîn dê herî dereng di 20ê Sibata 2018an de pêk were. Hat ragihandin ku Hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş ji partiya xwe re şandiye ku: "Biryara derbarê min de bidin. Dema hûn vê biryarê didin jî nekevin tu gumanê de." Di nava partiyê de jî dîtina ku dîsa a Selahatin Demirtaş bibe hevserokê partiyê derketiye pêş.

    KONGRE DI DAWIYA ÇILE Û SERÊ SIBATÊ DE DÊ PÊK WERE

    Li gor rêziknameya HDPê kongreya asayî ya HDP dîroka 20 Çile 2018an de ye. Piştî nirxandinên ku hatin kirin biryar hat girtin ku kongre di dema xwe ya asayî de pêk were. Ji bo dîrokeke zelal were aşkere kirin jî erk ji bo Lijneya Birêvebirina Navendî hat dayin. Lijneyê jî doh biryara xwe da û diyar kir ku kongre dê di navbera 20ê Çile û 20ê Sibatê de, dawiya hefteyekê were li darxistin. Lijneya Birêvebirina Navendî ji bo kongreyê dê li rewşa salonan jî binere û li wê gorê de dîrokekê diyar bike. Herwiha di civîna doh de nîqaşên li ser hevserokê partiyê Demirtaş jî hatin kirin.

    ‘PÊWIST BE DIKARIM DEV JI WEZÎFÊ BERDIM'

    Demirtaş berî niha ji partiya xwe re ragihandibû ku ‘pêwist be dikarim dev ji wezîfeyê berdim.'herwiha di civîna doh de nameya ku Demirtaş bi rêya parêzerên xwe şandibû hate xwendin. Hat ragihandin ku Demirtşa di nameya xwe de gotiye: "Kedeke mezin a partiyê li ser min heye. Min 8 salan hevserokatiya vê partiyê kiriye. Lê divê hûn êdî derbarê min de biryarekê bidin. Rewşa min nediyariya xwe diparêze. Di vê mijarê de bêyî gumanan biryarê bidin."

    Di civînê de dîtina ku dîsa Demirtaş bibe hevserok derkete pêş û dîitnên cuda ka heke Demirtaş ceza bixwe an jî ji siyasetê were qedexe kirin dê çi bibe hatin nirxandin.

    DIVÊ RÊZIKNAMEYA PARTIYÊ WERE GUHERTIN

    Demirtaş di kongreyên sala 2014 û 2016an de de wekî Hevserokê HDPê hatibû hilbijartin. Ji ber rêzika ku kesek nikare du serdeman bibe hevserok, ji bo ku Demirtaş were hilbijartin divê rêziknameya partiyê were guhertin. Li gel guherîna du serdeman, di rêziknameyê de, ji bo astengiyên ku di şaxên bajaran de ji ber girtinan derketine holê werin çareser kirin jî tê payin ku guherîn pêk wer in.

    Bi heman mijarî:

    HDP li Wanê ji bo jinan mîtingekê li dar dixe
    HDP: Tu kes mecbur nîn e ku bedêla sûc û tawanên AKPê bikşîne
    HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin
    'Bila welatiyên di nava HDP û PKKê de xwe radestî Artêşa Tirk bikin'
    Hevserokên HDP û BDPê yên şaxa bajarê Erdexanê hatin binçavkirin
    Parlamenterê HDP: Gundî hatin bombebarankirin
    Etîketan:
    kongre, dîrok, rêzikname, Selahatin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de