20:22 19 Çile 2018
Zindî
    Polîs - binçavkirin

    Li 29 bajaran operasyon: Heta niha 50 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku derheqê kesên ku li ser înternetê madeyên hişbir difroşin Stenbol, Enqere, Îzmîr û Antalya jî di nav de li 29 bajaran operasyona binçavkirinê hat destpêkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, derheqê kesên ku li ser înternetê madeyên hişbir difroşin Stenbol, Enqere, Îzmîr û Antalya jî di nav de li 29 bajaran operasyona binçavkirinê hat destpêkirin. Heta niha 50 kes hatine binçavkirin.

    Di operasyona ku ji aliyê Daîreya Sûcên Narkotîk û Daîreya Tekoşîna Sûcên Siberî yên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Ewlehî ve bi hevkarî hate kirin de heta niha hêzên ewlehî bi ser gelek malan de girt û 50 kes binçav kirin.

    Operasyona binçavkirinê berdewam e. Li gorî agahiyan di operasyonê de rêvebirekî şirketeke mûzîkê jî hatiye binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyon: Biyanî jî di nav de 74 kes hatin binçavkirin
    Li Konyayê operasyon: Endamê HDPê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin
    Ji bo binçavkirina 63 kesan li 21 bajarî operasyon
    Li navçeya Hewîce û gundên Telaferê operasyon: 61 kuştî
    Li Pasûra Amedê operasyon û şewat: Ji 4 gundîyan agahî nîne
    Etîketan:
    Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirkiyê, Enqere, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de