22:27 17 Kanûn 2017
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Ji Serokomariya Tirkiyê daxuyaniya axaftina Trump û Erdogan

    © REUTERS/ Asin Bulbul/Kevin Lamarque
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Serokomariya Tirkiyê li ser pêwendiya telefonê ya di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de daxuyanî da.

    ERDOGAN DERBARÊ LUTKEYA SOÇÎYÊ DE TRUMP AGAHDAR KIR

    Di daxuyaniya ku çavkaniyê serokomariya Tirkiyê li ser axaftina Trump û Erdogan belav kiriye de tê gotin, Erdogan derbarê lutkeya Soçiyê de zanyarî bi Trump re parve kirine û li ser têkoşîna dijî terorê rawestiyane.

    HER DU SEROKAN BEHSA GIRÎNGIYA BIHÊZKIRINA TÊKILIYAN KIR

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin, "Her du serokan behsa girîngiya bihêzkirina têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê kirin û li ser têkoşîna dijî terorê ya li dijî rêxistinên wekî DAIŞ, PKK û FETOyê hevnêrîn bûn."

    Herwiha hat diyarkirin ku Erdogan û Trump li ser krîza Sûriyê û mijarên herêmî jî nirxandin kirine.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HDP li Wanê ji bo jinan mîtingekê li dar dixe
    Ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bo Misirê hişyarî û taziye
    Peykerê Andrey Karlov li Balyozxaneya Rûsya ya Enqerê hat danîn
    Îranê bersiv da Prensê Siûdî ku Xamaney şibandibû 'Hîtler'
    Li Dîlokê 16 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Erdogan, Trump, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de