01:19 19 Kanûn 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    Peykerê Andrey Karlov li Balyozxaneya Rûsya ya Enqerê hat danîn

    © AFP 2017/ Natalia KOLESNIKOVA
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Di salvegera mirina Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov ê ku bi suîqesdekê hatibû kuştin, peykerê wî li Balyozxaneya Rûsyayê li Enqera hate dayîn.

    Andrey Karlov - grafiti
    © Foto: RİA Novosti / Aleksey Stolyarov
    Balyozê berê yê Rûsyayê Andrey Karlov 16 ê Berfanbara 2016an dema li Navenda Hunerên Hemdem a Enqerayê tevlî vekirine pêşandaneke fotografan dibû ji aliye polêsê tirk ê bi navê Mevlut Mert Altıntaş ve hatibû qetilkirin. Peykerê Karlov li Balyozxaneya Rûsyayê li Enqera hate dayîn.

    Di merasîma vekirina peykerî de Balyozê Rûsyayê li Enqera Yerhov, Karlov û hevjîna xwe Marina Karlova, Midûrê Giştî yê Karên Dualî yê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Şefik Vural Altay, Şaredarê bajarê Mezin yê Enqerayê Mustafa Tuna, Parlemantera AKPê ya Mêrdînê Ceyda Bolunmez Çankiri û nûnerên mîsyonên dîplomatîk ên tirk û rûs û herwiha welatiyên rûs û tirk beşdar bûn.

    ‘DI PÊŞKETINA TÊKILIYÊN RÛS Û TIRKAN DA ROLA WÎ GIRÎNG E'

    Yerhov diyar kir ku peykerê Karlov bi hevkariya teşkilata navendî ya wezareta Karên Derve ya Rûsya û hemû dîplomatên rûsî yên li welatên din wezîfedar hatiye çêkirin û got, "Ji îro û pê de bi saya vî peykerê dê dostê me, hevkarê me Karlov û qehremaniya wî dê bibîr bîne."

    Piştî Yerhov hevjîna Karlov Maria Karlov axivî, "Ez bi rehmetî re li vî welatê xweş 3 sal û nîvan jiyam. Me hem jî vî welatî û ji gelên vî welatî hez kiribû. Civîna me ya îro li vir girîng e; divê trajediyên wiha dûbare nebin. Ji me hemûyan re asoyên ronak, biratî û dostaniyê divêm. Ev yek bo bîranîna hevjînê min xweştirîn hêvî ye."

    Balyozê Rûsyayê yê Enqerê Aleksey Yerhov jî tevlî merasîma vekirine peykerê Andrey Karlov bû
    © Sputnik/
    Balyozê Rûsyayê yê Enqerê Aleksey Yerhov jî tevlî merasîma vekirine peykerê Andrey Karlov bû

    Şaredarê Bajarê Mezin yê Enqerayê Tuna wiha axivî, "Ji bo çareserkirina krîzên di navbera me de rola wî girîng bû lê mixabin ji aliyên xêrnexwazên organîzê yên ku hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê nedixwestin di çalakiyeke terorê de jiyana xwe ji dest da."

    BI NAVÊ ANDREY KARLOV WEQFEK HATE DAMEZRANDIN

    Piştî vekirina peyker danasîna Weqfa Anrey Karlov hate kirin. Dekanê Fakulteya Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Navnetewî ya Moskowayê (MGIMO) Yaroslav Skvortsov diyar kir ku dê weqf ji bo pêşketina têkiliyên di navbera her du welatan de. Herwha weqif dê piştgiriya xebatên zanistî, kultûrî û çandî jî bike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serdozgerî: 5 abêyên FETO emrê kuştina Karlov dane Altintaş
    Pûtîn û Rûhanî sûîqesda li dijî Karlov şermezar kir
    'Ewlekariya Rûsyayê ne dijî wê ye ku FBI alîkariya Tirkiyeyê di lêpirsîna Karlov de bike'
    Lavrov: Talîmatên Pûtîn ên piştî kuştina Karlov dan tên sepandin
    Rûsya: Her çi kesên tiliya wan di kuştina Karlov de hebe, dê bên sizadan
    Etîketan:
    weqfa karlov, peyker, bibîranîn, Andrey Karlov, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de