08:45 20 Sibat 2018
Zindî
    HSD / QSD - Reqqa

    Çavuşoglu: Trump soz da ku careke din çekan nedin YPGê

    © REUTERS/ Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu ragihand ku di hevdîtina Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de, Trump soza "Em ê carek din çekan nedin YPGê" da ye.

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbarê hevdîtina Trump û Erdogan de daxuyanî da û diyar kir ku, "Birêz Trump bi awayeke zelal ferman da ku careke din çekan nedin YPGê û gotiye ku divê zûdir dawî li çekdayînê bianîna."

    Çavuşoglu destnîşan kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ji Trump re gotiye ku divê YPG beşdarî Kongreya Dîyalogên Nisştimaniya Sûriyeyê nebe. Mijara herî ku têkliyê me û Amerîkayê xirab kir, çekdayîna YPGê bû. Di hevdîtinê de Erdogan aciziya xwe div î mijarî de ji Trump re dîsa ragihand, Trump jî eşkere kir ku ferman daye ku teqez êdî çekan nedin YPGê.

    Bi heman mijarî:

    Kremlînê ji bo daxuyaniyên Erdogan yên derbarê PYD û YPGê de daxuyaniyek da
    Trump û Erdogan mijara Sûriyeyê axivîn
    Bogdanov: Şêwirdarîyên li ser beşdarîya kurdan di Kongreya Dîyaloga Neteweyî de didomin
    Trump: Ez ê îro bi Erdoganî re biaxivim
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hunermendeke kurd xelat kir
    Etîketan:
    çekdayîn, YPG, Mevlût Çavuşoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de